Diyarname
56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê îsal dê roja 26’ê kewçêrê li dar bikeve. Festîvalê serok û endamên juriya neteweyî diyar kir.
Li gor daxuyaniya festîvalê di bin serokatiya derhêner Zekî Demîrkubuz de jurî ji lîstikvan Şebnem Bozoklu, lîstikvan û senarîst Mert Fırat, nivîskar û senarîst Latife Tekin û derhênerê dîmenê Emre Erkmen pêktê. Pêşbaziya Juriya Neteweyî dê Fîlmê Herî Serketî hilbijêre. Ligel di 15 aran de dê xelat bê dayîn û bi temamî 810 hezar TL ji bo xelatan hatiye diyarkirin.
Melis Behlil, Nurdan Arca û Veton Nurkollari jî di nav Juriya Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman dene û ewê du belgefîlman diyar bikin ku 90 hezar TL ji bo belgefîlman hatiye veqetandin.
Tuğçe Altug, Wilhelm Faber, Rezan Yeşilbaş jî di nav endamên Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî de ne û ewê xelata bi 30 hezar TL’yî diyar bikin.
Festîval 1’ê sermawezê dê bi merasima xelatdayînê bi dawî bibe.
Serokê Juriya Neteweyî Zekî Demîrkubuz di sala 1993’yan de bi kişandina fîlmê “C Blok” met nava sînemayê. Ji “Masumiyet”, “Uçuncu Sayfa”, “Yazgi”, “Bekleme Odasi”, “Kader” û “Kor” jî di nav de gelek fîlm kişandin. Demîrkubuz ku yek ji derhênerê girîng ê Tirkiyeyê de ji Antalyayê Xelata Porteqala Zêrîn, ji Festîvala Stenbolê Xelata Laleya Zêrîn jî di nav de gelek xelat girtine.