Diyarname
Di nav muzîkê de ji bo her welatî orkestra ciheke girîng digire. Li dinyayê hejmara orkestrayan zêde dibe lê li Îranê ev yek niha ber bi berevajîbûnê ve diçe. Orkersraya Senfonî ya Neteweyî ya Îranê ji ber nebûna derfetên madî di nav rewşeke dijwar de ye.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ÎLNA'yê ku muzîkaran ji bo ajansê axivîne, muzîkarên îranî ev 3 meh in meaşê nastînin, her wiha enstrumanên wan ên kevnbûne jî nehatine nûkirin. Li gor muzîkaran di dema pêşiya me de dê kontratên (peymanên) wan jî neyê nûkirin û ew ji kar bêne derxistin. Muzîkar dibêjen orkestra di nav rewşeke dijwar de ye, hikumeta Îranê niha bi çaveke erênî li muzîka Rojava nanêre û wisa here dê orkestra bê belavkirin.
Orkersraya Senfonî ya Neteweyî ya Îranê di salên 1930'yan de hatibû avakirin.