Diyarname
Maçên Kûpaya Konfederasyonê li Rusyayê didomin. Di maçên duh de di Koma A de Portekîz û Meksîka wek hev man: 2-2. Di Koma B de jî maça Kamerûn û Åžîlî hebû. Åžîlî bi 2-0 bi ser ket. Ger di golê de ÅŸikek hebe ku gog xêz derbas kiriye yan na, an jî ofsayt e yan na êdî serî li "VAR"ê (Video Assistant Referee/Hakemê Alîkar Vîdyo) didin û li gor vê hakêm biryarê didin. Di maça Meksîka û Portekîzê de di deqîqeya 21'ê de Pepe gol avêt lê hakêm nehiÅŸt santra bê çêkirin ji ber ku ji odeya VAR'ê lê temaÅŸe kirin û gotin ofsayt heye. Di maça Kamerûn û Åžîlî de jî di deqîqeya 54+1 de Eduard Vargas gol avêt lê li ser îtîrazan serî li VAR'ê dan û gol nehat qebûlkirin. Di deqîqeya 90+2 de carek din Vargas gol avêt, vê carê bi sedema ofsayt e îtîraz hatin kirin ji VAR'ê pirsîn, û gol qebûl kirin.
Êdî 'VAR' heye
Îro Avusturya û Almanya dilîzin
Di tûrnûvayê de îro tenê maçek heye: Avusturya û Almanya li gor saeta Tirkiyeyê di saet 18'an de tên hemberî hev.
Wekî notek: Maçên vê tûrnûvayê li Tirkiyeyê ji aliyê TRT Sporê ve bi awayekî yekser têne weÅŸandin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Kûpaya Konfederasyonê bi serketina Rusyayê dest pê kir