Diyarname
Serokê TUSÎAD'ê Erol Bilecek li ser Rewşa Awarte (OHAL) axiviye û dibêje ku karsazên biyanî dibêjin heta OHAL hebe ji bo razemeniyê ewê neyên Tirkiyeyê. Bilecik dibêje li bajarên kurdan asta betaliyê derketiye sedî 30'î.
Serokê TUSÎADê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Tirk) di "Di bin ronahiya pêşketinên nû de aboriya Tirkiyeyê" ku Pisporên Hesabên Maliyeyê yên Bîlecîkê li dar xistine de axiviye. Li gor Hurriyetê di panelê de Bilecik wisa axiviye:
- Em her roj kar dikin lê hevparên me yên li derveyî welat dibêjen heta OHAL hebe ewê neyên Tirkiyeyê. Ew dibêjin li gor peymanên saziyên wan ên navxweyî heta OHAL bi dawî nebe ewê nikaribin îmzeyê biavêjin bin peymanên bi dawî bûne. Û em dibihîzin hejmara van jî ne hindik e.
- Razemenî û îxracat (firotina tiştan ji bo derveyî welat) demek dirêj lawaz e. Di dawiyê de ev derket holê, di navbera salên 2012-2016'an de mezinbûna welat ji sedî 5 daket sedî 3. Ligel hêdîbûna mezinbûnê, qelîteya mezinbûnê jî girîng e. Gere me baş raçav bikin.
- Bi dovîzê deynên me zêde bûne, di pergala bankevaniyê de asta mevdûatê gihîştiye sedî 120'an. Ev ne agahiyek baş e. Bi gotineke din mevdûat nikarin piştgiriya mezinbûna krediyê bikin lewma mecbûr dimînin ji derveyî welat deynan bikin.
- Şerê li Sûriyeyê bandor li hemû herêmê kiriye û ticareta ku keda wê ji bo herêmê hebû kêm kiriye. Hilbijartinên li dû hev û hewldana xayîn a derbeyê rojeva me ji aboriyê biriye aliyek din. Ev hemû bûne sedem ku aborî hêdî bimeşe. Di dawiyê de tûrîzm û sektora perakendeyê hê di nav zehmetiyan de ne. Li Başûrê Anadoliyê* asta betalî cih bi cih derketiye sedî 30'î. Ligel van hemûyan ger aboriya me neketibe nava qeyranê ev serketinek e.
- Tirkiye divê ji aliyek ve li nav pergala nû ya dinyayê de cihê xwe xurt bike, li aliyê din li hundir atmosfera aborî ya bi îstîkrar, pêşbîn û a ku hêza wê ya reqabetê heye ava bike.
*Qala bajarên kurdan dike


