Di malperên kurdan de li ser Ferhenga Celadet Elî Bedirxan nivîs hatine nivîsîn, hin tişt hatine gotin. Li ser vê yekê Sînemxan Bedirxan li ser Ferhenga Celadet Bedirxan nivîseke şand, bêyî em dest bidinê em wê diweşînin.
Vaye nivîsa ku Sînem Bedirxan şandiye:
***
Ferhenga Celadet Bedirxan
Ji bo dezgehên ragihandin û raya giştî!
Sînemxan Bedirxan
Berî demekê di hinek malperên kurdî de der barê destnivîsa Ferhenga Celadet Elî Bedirxan de nûçeyên ji rastî û ji rêzgirtinê gelekî dûr hatibûn belavkirin. Dixwazim bidim zanîn ku nivîsên bi vî rengî yên nerast û ne di cih de ji ziyanê pê ve tiştekî din nagihîne xwendekar û gelê kurd.
Îro (15.07.2008) pêncih û heftemîn salyada koçkirina Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Dil dixwest ku li vê rojê de li ser jiyana wî ya kurdewarî û li ser berhemên wî guftûgoyên zanistî bihata kirin. Lê belê heyf û mixabin şûna ku li vê salvegerê di ragihandina kurdî de berhemên wî bêne nirxandin û li ser gûftûgo bêne kirin, hinek malperên kurdî de nûçeyên ji rastî û ji rêzgirtinê gelekî dûr û nexweş, der barê Celadet Elî Bedirxan û Rewşen Bedirxan de hatine nivîsandin.
Dixwazim vê yekê bi awayekî eşkere bidim zanîn, wekî ku li hinek deveran de hatiye nivîsandin ew Ferheng ji bo biyaniyan nehatiye firotin. Her wiha ew Ferheng wê di demeke nêzîk de li Weşanxaneya Avesta (Stenbol) wekî sê beşan bê çapkirin.
Pêwîst bû bihata zanîn ku malbata Bedirxaniyan tu carî berhemên xwe yên kurdî nefirotine biyaniyan an jî kesekî din, dijî wê hemû dahatûya xwe ya kesayetî jî ji bo parastin û zêdekirina wan berheman terxan kirine. Bêyî berjewendiya kesayetî wan berhemên xwe yên giranbuha pêşkêşî gelê kurd kirine ku ji wan berhemên wan sûd bê wergirtin da ku gelê kurd jî li asta cîhanê de wekî gelekî bi rûmet cihê xwe yê rastîn bibîne. Her wiha li ser van bîr û baweriyan hewldane û jiyana xwe terxanî van xebatên dûr û dirêj kirine.
Çîroka Ferhenga Celadet Elî Bedirxan ev e;
Piştî koçkirina Celadet Bedirxan, Ferhenga Celadet Elî Bedirxan bi destxetê Osman Sebrî ve li mala Rewşen Bedirxan piştî karekî dû ve dirêj hate nivîsandin. Piştî qedandina Ferhengê Rewşen Bedirxan, Ferhenga Celadet Bedirxan, ji bo çapkirinê dide Enstîtuya Kurdî ya li Bexdayê. Lê mixabin ji ber ku Enstîtu piştî demeke dirêj çap nekiribû û şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e-) ya ferhengê jî ji enstîtuyê hatibûn dizîn. Ji ber ku baweriya me ya li çapkirina wan nemabû, li ser vê yekê ji aliyê min (Sînemxan Bedirxan) û hevjînê min Selah Sadallah ve Ferheng ji Enstîtuya Bexdayê hate derxistin.
Paşê ew şeş tîpên kêm (a-b-c-ç-d-e) ji aliyê Selah Sadallah ve li ser Ferhenga Celadet Bedirxan hatin zêde kirin. Her wiha hemû destnivîsên Ferhengê (Osman Sebrî û Selah Sadallah) jî ji aliyê Mîrhac Mistefa ve li Hewlêrê dîsa hate nivîsandin û ji bo çapê hate amadekirin. Lê belê li ser pêşniyara Weşanxaneya Avesta ferheng bi sê beşan wê bê çapkirin.
Beşa Yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah
Beşa Duyem Ferhenga Celadet Bedirxan
Beşa Sêyem Ferhenga Kovara Hawarê
Niha jî kar û xebatên ferhengê li weşanxaneyê didomin û bi hêviya Xwedê di demeke nêzîk de wê li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve bê çapkirin.
Bi hêviya ku ev zanyarî piçek jî be bibe ronahiyek!
Li gel rêzên min
15.07.2008
Paris - Fransa


