Diyarname
Hilbijartina li başûrê Kurdistanê ya ji bo Parlemena Kurdistanê vê sibê saet 07'an de dest pê kir, di saet 17'an de bi dawî bû.
Li gor agahiyên fermî li Başûr 2 mîlyon û 803 hezar hilbijêr hene. Heta dawîbûna hilbijartinê çend kesî deng bikar aniye, kîjan partî bi ser ketiye dê paşê diyar bibe. Di hilbijartinê de ji 31 partiyan 1229 berendam ji bo mebûsiyê ketin hilbijartinê.
Li Parlemena Kurdistanê 111 mebûs hene. Di hilbijartina berî vê de PDK bi bidestxistina 30 mebûsî bûbû yekemîn û YNK'ê jî 19 mebûs bi dest xistibûn. Bi rêzê partiyên din ev encam bi dest xistibûn: Goran 23, Yekgirtû 6, Komela 2, Bizotnewe 2, Partî Şûî 1, Partî Sosyalîst 2, Partî Zehmetkêşan 1 û serbixwe 1.
Her wiha 11 mebûs jîji bo kêmnetewe û nemisilmanan hatine veqetandin ku di nav van de Tirkmen 5, Asûrî 2, Êzîdî 2, Keldanî û Suryanî jî ji her yekê mebûsek bi dest xistiye.
Li gor nûçeya DİHA'yê heta niha hatiye diyarkirin ku sedî 67 kes çûne cem sindoqan û deng bikaranîne. Dîsa hat gotin ku li qampên Misrikê û Giregvê digel ku cara din deng hatibûn bikaranîn jî vê carê destûr nedane wan ku li dor hezar kesî dengên xwe bidin.
Rojnamegerên ji Başûr radigihînin ku di hilbijartina îro de dîsa dê PDK wekî partiya yekemîn derkeve.
Têbiniya fotoyê: Kurê Celal Talebanî Qubad Talebanî dengê xwe da û got Bavê min hay ji rewşê heye. (Foto ji Pukmedia hatiye girtin)