Diyarname
Reşîd Sofî li Rojava muzîkjenekî naskirî ye. Pir baş li ûdê dixe. Ew ji Kobanî ye û wî heta niha gelek stran çêkirine. Ji klasîkên kurdî, mînak ji helbestên Melayê Cizîrî jî wî stran çêkirine û xwendine. Ew niha li Rojava dibe mêvanê Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava ku HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) li dar dixe.
Di vê hefteya ku festîval li dar dikeve de me jî stranek Reşîd Sofî hilbijart û wekî klîba hefteyê em pêşkêşî we dikin.
Fermo Reşîd Sofî: "Tu Sosin î":


