Diyarname
Me heta niha gelek mijar di Diyarnameyê de dan nîqaşkirin, herî dawî jî meseleya nivîs û nivîskariya kurdî.
Me xwest nîşan bidin ka hêz û qîmeta nivîskariya kurdî çi ye, di çi astê de ye. Nîqaşeke wisa helbet girîng bû jî.
Em bi giştî mijarê didin dest pê kirin û bêyî em kesekî/ê vexwînin nîqaşê, yan jê nivîsekê bixwazin em didin diyarkirin ku derî ji bo her kesî/ê vekiriye.
Di vê nîqaşê de jî wisa bû.
Bi giştî 29 nivîs hatin weşandin. Helbet têde yên gelek serketî jî hebûn, yên asta wan hinek kêm jî hebûn. Lê di dawiyê de nîqaşeke wisa pêwîst bû û bi ya me girîng bû jî.
Ji îro pêde jî nivîsên li ser vê mijarê bên emê biweşînin lê li vê derê em dixwazin dawî li vê mijarê bînin û derbasî mijaren din bibin.
Piştî demeke kurt em dê li ser mijareke din nîqaşeke din bidin dest pê kirin.
Em hêvî dikin di mijarên bi vî rengî de dê nivîskarên me her bi fikir û dîtinên xwe bi me re bin.
Ji bo her kesê ku keda wî ketiye/dikeve nav keda Diyarnameyê em sipasdar in. Mala we ava.