AMED
Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji bo li dijî bêstatuya kurd Xweseriya Demokratîk îlan bike bi dawi bû. Hate gotin ku ji bo îlankirina Xweseriya Demokratîk biryar hatiye girtin.
Civîna KCD'ê ku ji bo li dijî bêstatuya nasnameya kurd li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP'a Amedê pêk hat bi dawî bû. Civîna ku Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî, parlamenterên grûba BDP'ê, şaredarên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, nivîskar, rojnameger, navdar, delegeyên gel û bi tevahî 850 delege tevli civînê bûn bi dawî bû.
Di civînê de li ser modela Xweseriya Demokratîk, rewşa xistina parlamenteriya parlamenter Hatîp Dîcle, parlamenterên girtî, girtiyên siyasî, operasyonên siyasî û leşkerî, bendava hilbijartinê, Zagona Bingehîn a demokratîk û gelek mijarên din de biryar hatin girtin.
Dema ev nûçe hate amedekirin hê encamname nehatibû eşkere kirin lê hate gotin ku KCD'ê biryara Xweseriya Demokratik girtiye ku di saet 18.00'an de li Batikenda Amadê di mîtîngê de dê bê eşkerekirin.
DÎHA