Diyarname
Pênc meh berê zarok anî, ji delaliya bejn û bala xwe tiştek winda nekir. Niha jî rûpelên salnameyê dixemlîne.
Em qala lîstikvan Jessica Alba dikin. Pêşî di fîlmê "Sin City" (Bajarê gunehan) de derket pêşberî temaşevanan, dûre di fîlmê tirsnak "The Eye" (Çav) de û niha jî ji bo cureyeke meyê derket pêşberî fotokêşan.
Fîrmaya Campari ya meyê berê bi wêneyên Salma Hayek û Eva Mendez reklamên xwe xemilandibû, vê carê wêneyê Jessica Alba kişand û rûpelên salnameyê xemiland.
Di van wêneyan de ji Jessica Albaya rozerîn ku her wisa bû wêdetir Albayeke kej derxistine holê.
Alba piştî ku hîn bû bi hemle bi sê hefteyan bi destgirtiyê xwe re zewicî û zarok anî. Piştî zarok anînê bi lezgînî kîloyên ku girtibûn helandin û gihîşt asta xwe ya berê.
Salnameyên ku hindik je hatine çapkirin wisa diyar e ku dê bilezgînî hemû bêne firotin.
Ji bo fotoyan, foto-galerî: Kî dikare vê salnameyê nekire?