Diyarname
Xelatên Emmy yên Navneteweyî duh êvarê hatin belavkirin. Lîstikvan Haluk Bîlgîner bi karakterê Agah Beyoglu yê di rêzefîlmê "Şahsiyet" (Puhu TV de hatibû nîşandayîn) de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Bîlgîner piştî xelatgirtinê got: "Tiştek hûn jê hez bikin û bi hezkirin çêbikin di qada navneteweyî de jî bê qebûlkirin û bê xelat kirin dibe hestek dilşad. Ez gelek dilşad im."
Akademiya Zanist û Hunerê ya Televîzyonan a Navneteweyî ya DYA'yê ku didin berhemên derveyî DYA'yê hatine çêkirin, li dinyayê xelatek bi qed û qîmet e. Ji bo îsal duh êvarê merasima xelatdayînê li dar ket. Bîlginer di warê dramayê de xelata xwe girt. Bîlgîner ji Tirkiyeyê yekemîn kes e vê xelatê digire.
Di warê komedî de Bill Hader bi rola xwe ya di Barry de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Di heman warî de Phoebe Waller-Bridg jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Di warê kurterêzefîlmî de Jharrel Jerome xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Di heman beşê de lîstikvan Michelle Williams jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.