Sîdar Jîr
Afirîna çandê di cîgeh, merc û demên diyar de pêk tê. Ev berhem ango çand jî bi demê re û ji demê re, ji nifşan re tê ragihandin. Di afirandin û derketina holê ya çandê de, rêbazeke ji mîkroyê ber bi makroyê ve dertê holê. Bi gotineke dîtir berê çanda herêmkî, paşê ya neteweyî û herî dawîn jî çandeke gerdûnî dertê holê.
Di vê afirandina çandê de ku piştî demekê rê û dirbên jiyana civakî rasterast diyar dike de, gelek remz û sembol tên bikaranîn. Sembol bi demê re wekî amûreke ragihandinê derketibe holê jî, ji ber pêdiviyên madî û manewî yan jî bi armanca wate û derbirîna hişî hatine çêkirin.
Mirovan di nav demê de, gelek caran tiştên ku wekî sembol bi kar anîne di wateyê de taybet kirine û wateyên taybet lê bar kirine û bi îşaretên taybet ew derxistine pêş. Wan îşaretan ji xwe wêdetir tiştek anîne zimên.
Di meseleya aîdiyetê de jî bi vê şêweyê çêbûye. Di civakbûnê de ku bi hesta jiyaneke hevpar de jî îşaret hatine bikaranîn û bi demê re ev bûne wekî sembolan. Ji demên gelekî kevin heta niha, sembola ku herî zêde û di nav hemû kom, civak û neteweyan de hatiye bikaranîn, al e. Ala her komê, her civakê û her neteweyê bi awayekî şênber xuyaye.
Al bi xwe jî semboleke di nav çanda mirovahiyê de ye. Bûye semboleke wisa ku di nav çanda kom, civak û neteweyan de yek ji wan sembolên herî giranbuha ye. Di asta herî jor de hatiye hildan. Ber bi asîmanan ve cih dane alê. Ev jî nirxa wê ya ji bo civak û neteweyan nîşan dide. Kesayeta hemû civakekê wekî puxteyî di ala wê civakê de hatiye civandin. Ji ber wê hindê ye ku girîngiya alê ya ji bo civak û neteweyan nayê nîqaşkirin.
Ji ber ku civak û netewe sembolên xwe wekî bermayiyên xwe yên çandî/dîrokî dibînin û wisa nîşan didin, gelek caran di ser wan sembolan re rê li ber helwest û tevgerên fanatîzmê vedike. Her çiqas ev helwest û tevger bi armanca ango bi helwesta parastina sembolên civakî û neteweyî be jî, bêhtir zirarê dide sembolên “pîroz.” Wekî gelek tiştên din, sembolên çandî, civakî, siyasî û hwd ku ji asta xwe ya berz dakeve astên jêrîn, bêguman e ku di tebaqeyên civakê de bi awayekî ji awayan ji nirxê wê sembola giranbuha jî tê kurisandin.
Lewma jî sembolên ku wisa di jiyana civakan de xwedî nirxên girîng in divê li gorî wê girîngiyê werin bikaranîn.
Ala civak û neteweyan ku sembola herî sereke ye, giyanê neteweyan e, divê di asta herî jorîn de were parastin. Al ku sembola welatekî ye, wê demê divê welatî wekî nirxekî axa xwe, welatê xwe û çanda xwe lê xwedî derbikevin. Heger di bikaranîna wan sembolan de parek ji civakê bi awayekî şîrove bike û pareke din jî bi awayekî dîtir şîrove bike, wê demê nîqaş û kiryarên derbarê sembolbûna alê de jî dê were nîqaşkirin. Ji ber wê hindê, ala ku sembola jiyaneke hevpar a civak û axekê ye, wê demê divê di asta herî jor de wekî xwezayî were parastin.
Girîngtirîn xala ku divê civak hay jê hebe parastina nirxî ya wan sembolan e. Ji ber ku ew sembolên çandî aîdî hemû civakê ne, parastin jî li hemû civakê dikeve. Lewma jî divê hemû endamên civakê rê nedin ku bi sembolên wan ên çandî/dîrokî/siyasî were lîstin û asta wan a nirxî were daxistin.
Azadiya Welat