Diyarname
Endamên Meclisa Bajarê Kerkûkê îro li hev civiya û biryar da ku referandûmê li dar bixe. Referandûm ji bo Kerkûk bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan yan na dê li dar bikeve. Ger gel bêje erê dê Kerkûk bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan.
Piştî civîna Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbiwar Talabanî daxuyanî da çapemeniyê û got ku endemên meclisê bi piraniya dengan biryar daye ku referandûm li dar bikeve.
Çend roj berê Waliyê Kerkûkê biryar dabû li hemû saziyên fermî yên Kerkûkê ala Kurdistanê jî ligel ya Iraqê daleqînin û ev biryara xwe pêk anîbû jî. Lê Parlemena Iraqê dij vê derketibû û xwestibû vê biryara xwe bi paş ve bigirin. Talabanî li ser vê yekê jî axivî û got ku ew dê alê danexin.
Talabanî ragihand ku Hikumeta Iraqê ji bo referandûmê alîkarî neke ewê piştgirî ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin. Ji bo dema referandûmê dem nehat diyarkirin.


