Diyarname
Tîma fûtbolê ya Romanyayê Staû Bukreş di sala 1947'an de ji aliyê artêşê ve hate avakirin. Wê heta niha gelek serketin bi dest xistin. Di Lîga Romanyayê de 26 caran bûye şampiyon; sala 1986'an de Kûpaya Klûbên Şampiyonên Ewropayê û Super Kûpaya Ewropayê bi dest xistibû. Klûb di sala 1998'an de ji bin banê dewletê derket û bû taybet. Bi îdîaya navê "Staû Bukreş" aîdê Wezareta Parastinê ya Romanyayê ye û klûb bê destûr bikar tîne wezaretê di sala 2004'an de doz lê vekiribû. Klûbê di sala 2011'an de doz winda kir û niha ji mecbûrî nav diguherîne.
Klûb ji niha û pêde dê bi navê nû rêya xwe bidomîne. Klûbê ji bo xwe "FCSB" guncav dît û ji niha û pêde bi vî navî dê bikeve dû şampiyoniyên nû.
FCSB niha di Lîga Yekemîn a Romanyayê de piştî Vitorul (51 pûan) bi 47 pûanan di rêza duyemîn de ye.