Encamên dawî yên hilbijartina Başûr îro hatin eşkerekirin. Li gor encamê van lîsteyan ev kursî bi dest xistin:
Lîsteya Kurdistanî bi 1.076.370 dengan bû xwediya 59 kursiyên parlamentoya Kurdistanê û Mesûd Barzanî jî bi 1.266.397 dengan bû Serokê Herêma Kurdistanê.
Berî kêmekê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li bajarê Hewlêrê ji bo ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên parlamento û serokatiya herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Encamên dawiyê yên hilbijartinan bi vî awayî ne:
- Hejmara kesên beşdarê hilbijartinan bûbûn: 1.819.652 kes
- Ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê: Mesûd Barzanî bi 1.266.397 dengan wekî Serokê Herêma Kurdistanê (nêzî %70'yê dengan) hat hilbjartin.
Berendamên din Kemal Mîrawdelî 460.323, Helo Îbrahîm Ehmed 63.377, Ehmed Mihemed Resûl Nebî 18.890 û Hisên Germiyanî 10.656 deng bi dest xist.
Encamên dengên Lîsteyên parlamentoya Kurdistanê jî bi vî awayî ne:
- Lîsteya Kurdistanî bi 1.076.370 dengan bû xwediya 59 kursiyan.
- Lîsteya Goran bi 445.024 dengan bû xwediyê 25 kursiyan.
- Lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazîyê bi 240.842 dengan bû xwediya 13 kursiyan.
- Lîsteya Tevgera Îslamî bi 27.147 dengan bû xwediya 2 kursiyan.
- Lîsteya Azadî û Wekhevîyê bi 15.028 dengan bû xwediya kursiyekê.
- Û Tevgera Tirkmenan bi 18.464 dengan bû xwediya 3 kursiyan.
Ji Pukmedia.com, beşa kurdî hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:
- KNK'ê Mesud Barzanî pîroz kir
- Encamên fermî yên hilbijartina Başûr eşkere kirin
- Notên li ser hilbijartina Başûr
- Bi wêneyan hilbijartina Başûr