logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Îtîrazek: Ev çîrok dixwaze ji me re çi bibêje?

Çi berhemeke edebî dibe çi jî cureyek din dibe dema tê nivîsandin bivênevê bêhna çand û toreya civata xwe bi awayekî ji

  • Dîrok: 13/02/2020
  • Beş: Serbest

Qedrî Sipranî

Çi berhemeke edebî dibe çi jî cureyek din dibe dema tê nivîsandin bivênevê bêhna çand û toreya civata xwe bi awayekî ji awayên bêyî ku xumamî li ser hebe gerekî di xwe de bihebîne, jixwe xwendevan dema berhemeke ku bi urf (adet) çand û ayîneya civata xwe ve hatibe xemilandin dixwîne bi rehetî fêm dike ku berhem aîdê kîjan civatê ye. Na heke li dijî vê tiştek hebe di wê berhemê de dêmeg hinek pirsgrêk hene. Mînak; dema yek Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bixwîne dê bi rehetî têbigihîje ku ev berheme aîdî rihê çanda û kelepora kurda ye, û rewşa kurdan a fîzîkî, civakî, derûnî darîçav dibe. Helbet van mînakan meriv dikare dirêj bike lê pêdivî pê tune ye.

Piştî vê girîzgahê ez dixwazim derbasî ser mijara xwe ya eslî bibim. Mijara min çîroka Mehmet Dicle ya bi navê "Dara Miradan" e. Ev çîrok di kitêba wî ya bi navê "Asûs" de dibihure. Kesên ku nivîsên min xwendine dizanin di nirxandin û rexneyên xwe de ez kurteya roman û çîrokan nadim, wisa difikirim; dema kurteya berhemê were pêşkêş kirin dibe ku xwendekar bibêje; wayê min kurteya wê xwend hewce bi xwendinê tune ye . Lê di vê nivîsa xwe de ji bo ku merama min baş bê fêm kirin ji mecbûrî divê ez kurteya vê çîrokê bidim;

Piştî ku mêrê Reşê Şîno diçe leşkeriyê dora ewil tiyê wê Fedlo tê dikeve nav ciyê wê, roja ewil tenê lingên Reşê dimije û radimûse, Reşê jî hem di dilê xwe da dibêje herhal Fedlo eraq filan vexwariye îşev dibe ku jî serxweş e, hem jî dibêje ku ez deng bi xwe bixim xwesiya min dê pê bihese, loma deng bi xwe nake. Lê di rojên din de Fedlo fêhla xwe dewam dike û hêdî hêdî ji lingan berjor tê û êdî tam muameleya cînsî dike bi Reşê re. Lê Fedlo di rojên pêş de heval û hogirên xwe jî bi xwe re tîne ji bo ku muameleyê bi Reşê bikin. Yanê bi gotina 'ewam Fedlo dest bi pezewengtîyê dike. Berêve berêve mêrên navçeya Asûsê giş tên li ber derê hewşa Reşê dikevin dorê, heta hinek ji gundan û ji bajêr jî tên dikevin dorê. Fedlo bi vî awayî dewlemend dibe, heta çendin cara pere ji Şînoyê bira xwe re dişîne. Şîno ji leşkeriyê vedigere jî sahneya ketina dorê ya ber derê hewşa Reşê dewam dike, êdî Fedlo zewiciye û ji malê cihê bûye û di navçeyê de otêlek vekiriye û ji ber vê kirdara Fedlo rêvebirên Asûsê hemûyan Fedlo pîroz kirine û alîkarî danê ji bo pêdiviyek Asûsê bi cih anîye. Piştî otêlê yekî bîraxane vekiriye, dewletê jî dest bi çêkirina febrîqeyekê jî kiriye. Rewşa aboriya Asûsê her roj xweştir û geştir bûye. Heta roja ku li ber derê hewşa Reşê yekî ji bo dorê leşkerek kêr kiriye û hemû belav bûne rewşa Asûsê wisa xweş û geş domiyaye. Lê piştî vê bûyerê rewşa Asûsê  berovajî bûye, û jixwe meseleya ku ji her kesî ve eyan bû tam eyan bûye. Paşê Meleyê mizgeftê yê ku

ew jî heftê carekê li ser sînga Reşê soberî dikir û digot; bêhna cinnetê ji memikên te tê, biryara recimkirina Reşê digre. 

Rojekê Şîno û Reşê ji malê derdixin Şîno li pêş Reşê li dû li qada ber mizgeftê disekinin, Reşê di ortê dimîne, ji xeynî karmendên fermî hemû Asûs li wir e, kevirê ewil Şîno, kevirê diduyan Mele Hesen lêdide û kevir û kuçik li Reşê dibin zibik û dibarin. Paşê ji nişke ve ewr digurijin, tofaneke radibe, ba dike guveguv, kesên

li wir bi zor û bela hema rastî kîjan malê tên xwe davêjin hundir. Roja dinê jiyana li Asûsê wekî berê dibe, dara li ber qûça ku li ser serê Reşê çêbûbû, dibe Dara Miradan, jin li dorê top dibin.

Belê çîrok bi awayî bi dawî dibe, îcar ez dixwazim ji çend alîyan de li ser çîrokê bisekinim, wekî; civakî (urfî, adetî, çandî), derûnî, fîzyolojîk, ayînî/dînî.

Çawa nivîskar kurd e û çîrok bi kurdî ye di heman demê de behsa civata ku di çîrokê de tê kirin bêguman civata kurdan e .Me di serê nivîsê de behsa pêwendiya berhemê û civata wê kiribû, hewce nake em dîsa lê vegerin.

"Şaşî û Nelihevkirinên Civakî/Sosyolojîk"

Min li jor kurteya çîrokê daye, ezê li vir pasajekê daynim. Piştî ku Reşê xwarinê dide Şîno mêrê xwe, deriyê mala xwe vedike, xwe li ser qaryola xwe ya bûkaniyê dirêj dike û çaqên xwe vedike.

"Wê deme geleke mêrên navçeyê ji bo ku xwe lingekî zûtir bigihînin ber deriyê wê û di rêza pêşî de nebe jî, di dorên li dû de cih bigrin, çawa ku kevçî ji devê wan diket cixareya pişt şîvê pê dixistin û dûyê wê yê dawî li ber mala wê berdidan.

Bêyî ku kesek yê din bibîne û silavê bidin hev, her şev mêr diketin rêzê li ber deriyê wê. Her şev yekî nû li rêza ku ji ber deriyê wê dest pê dikir û di kolanên tarî yên Asûsê de di ber û berê dîwarên malên nizmik re dirêj

dibû, zêde dibû. Ji tu kesekî çitînî dernediket û rûyê kesekî nedihat fesilandin. Tenê sotikên cixareyên wan wekî gûstêrkan di tariyê de direqisîn."

Dema meriv vê pasajê dixwîne ew rêz û ketina dorêya salên nodî (ta du hezarî) ya ku ji bo stendina fîş meriv di nexweşxaneyan de diketê tê ber çavên meriv. Gelo ev navçe di welat û civateke çawa de ye ku mêrên wê hemî ji bo jinekê giş dikevin dorê? Ya din jî dema ku her şev ev sahne diqewime mêrê wê di hundir de ye!. Helbet ez îdîa nakim û nabêjim; kurd mileteke temîz û paqij in, kes bi çavên xerab li kesî mêze nake. Di vir de mesele ne civata kurdan tenê ye, di civata tu welatekî ev sahne çênebûne. Dibe ku yek rabe bibêje; ev çîrokek e, hewce nake meriv li tiştên awa bigere, lê bi ya min ev ne parastineke aqilane ye, lewra di vir de behsa xebroşkekê û efsaneyekê nabe.

"Nemimkûnbûna Fîzyolojîk û Derûnî"

Di pasaja jor de wekî derbaz dibe tê gotin ku her şev ev sahne wisa ye. Lê di çîrokê de ji xeynî ku carekê behsa verişandina Reşê dibe wekî din behsa bêrehetiya wê ya tenduristî nabe. Hejmara mêrên ku tên dikevin dorê ne belî ye lê wekî meriv ji dirêjbûna rêzê têdigihêje belkî bi sedan kes hene. Binye û bingeha fîzyoljîka însanekê çawa dikare li hember ew qas muameleya cînsî heta devê sibê li ber xwe bide û tiştek pê neyê, meriv heyret dimîne. Ne her şev ne şevekê jî du saeta jî ne mimkûn e. Helbet bi heman awayî derûnîya tu însanekê jî vê yekê nikare hilgire. Herhal ji bo ku van fêm bikim hewce nake ez dixtorek an derûnasek bim. Ez bi xwe tênagihêmê bê ka nivîskêr di hîsiyateke çawa de nivîsandîye ev çîroka xwe. Meriv dikare pir tiştan bibêje lê ewqas bes e.

"Agahiyeke Nerast Ya Ayînî/Dînî"

Ji ber ku nivîskar kurd e berhem jî kurdî ye em mecbûr in navçeya Asûsê wekî navçeyeke kurdan bihesibînin (Her çiqas navçeyeke xeyalî be jî). Em dikarin navan jî yek ji delîlên vê yekî bihesibînin. Wekî ; Reşê, Şîno, Fedlo...

Wekî me di kurteya çîrokê de nîşan kiribû ku biryara recimkirina Reşê tê girtin û Reşê recim dikin.

Heke em nîqaşa bûn û nebûna cezaya recmê bidin alîyekî, ez dibêjim em bidin alîyekî çimkî yek; di bûn û nebûna cezaya recmê de di nav zanayên îslamî de jî nîqaş heye

Dudu; meseleya me ne ev e

Başbûn û nebaşbûna wê tiştekî din e, lê her kes dizane ku di nav kurdan dehwa namûsê ne bi recmê bi devê tivingê tê hel kirin. Yanê heta niha ez bi xwe pê nehesiyame ku di nav kurdan de tetbîqkirina vê cezayê pêk hatiye. Hakeza dehwa namûsê tenê bi kuştina jinê jî hel nabe, ecêb e piştî recimkirina Reşê, Şîno jî êdî wekî ku tiştek nebûbe dihere nav miletê di qehweyan de rûdine, çaya xwe bi ser gewriya xwe de dike.

Di çîrokê de sebeb û encama bûyeran li hev ne zelal e, mesela hadê em bibêjin Reşê ji tiyê xwe re deng nekir, Jixwe mimkûna zewqekê ji muameleyê bibîne tune ye û ji ber ku Fedlo jî cihê bûye çûye ser karê menfeateke ji nagihê mala Reşê, lê çima ji ew qas mêran re deng xwe nekiriye, û her şev wekî ku wezîfeya wê ya eslî be yan jî mîna ku yekî tiving dabe paş stûya, dihere xwe davêje ser qaryola xwe, çaqên xwe vedike û li benda mişteriyan disekine? Belê wer xuyaye ku pere hê jî dihere ji Fedlo re lê di çîrokê de emareyeke wekî ku yek vî karî bi darê zorê bi Reşê bide kirin tune ye. Hakeza mêrê wê Şîno wekî termekî mirî yan jî felcbûyî di hundir de ye, tu hereket pê nakeve û di çîrokê de îşareteke ku meriv bibêje haya Şîno jî ji meseleyê heye tune. Nelihevkirinên bi awayî di çîrokê de pir in, ez naxwazim nivîs zêde dirêj bibe. Yanî ji bûyeran re sedemek nehatîye dîtin bi

gelemperî.

Îcar ev çîrok dixwaze çi mesajî bide xwendevanê xwe?

Bi qasî min ji çîrokê fêm kiriye nivîskêr xwestiye bindestî û bêîradebûna jinê şanî xwendevanê xwe bide, lê ji ber van sedemên min li jor gotine û ên ku min negotine, qelema nivîskêr bin vî barî de maye, çîrok qels maye.

Helbet mijara me dîsa dihere û tê, tê li meseleya edîtoriyê disekine. Wisa xuyaye hîna jî em zen dikin ku edîtorî; sererastkirina şaşiyên rêzimanê û rastnivîsê ye. Pênaseya edîtoriyê bi vê çîrokê bikim; Heke edîtoriyek baş li vê çîrokê bihata kirin, yan gerekî ev çîroka daxilî nav berhemê nebûya yan jî gerek edîtor ji nivîskêr bigota divê ku tu vê çîrokê ji nû ve binivîsî.

Heta nivîsek dinê bimînin di xêr û xweşîyê de.

**

Nivîseke din a Qedrî Sîpranî ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?
- KurteCeribîn

-  


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan

ad

Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in

ad

'Gel hildibijêre hikumet ji kar digire'

ad

Wêneyên ji Meşa Serokên Baroyan

ad

2018: 10 rêzefîlmên herî serketî

ad

Ji bo kanala dewletê referandûm hat çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname