Diyarname
Kovar çandî, hunerî û wêjeyî Rewşen ku sê mehan carekê dertê bi hejmara xwe ya 5'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Rewşenê di vê hejmara xwe de li ser Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dosyayeke amade kiriye.
Rewşen ji aliyê Navenda Çanda Dîcle Firatê ve tê derxistin û niha hejmara xwe ya 5'an derxist. Kovarê ji bo 20'emîn salvegera NÇM'ê dosyayeke li ser NÇM'ê amade kiriye û di dosyayê de li ser xebatên NÇM'ê yên wekî sînema, şano, muzîk agahiyan pêşkêş dike.
Di vê hejmara rewşenê de li ser muzîka kurdî jî nivîs hatine nivîsandin. Di nivîsa bi sernavê "Di nav muzîka kurdî de qirêjbûn" de li ser rewşa muzîka kurdî ya vê serdemê hatiye sekinîn. "Li ser pêşnûmaya romaneke şoreşger", "Şitlê azadiyê", "Wêjeya kurdî ya klasîk", "Ronesanda şanoya kurdî" çend nivîsên din in ku di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


