Diyarname
Televîzyona Med Muzîk wê ji serê sala nû û pê de formata xwe ya weşane biguherîne. Her wiha logoya tv'yê jî wê biguhere. Li gor agahdariyên Diyarnamê bi dest xistine, televîzyona Med Muzîk wê ji destpêka 2021´ê û pê de êdî ne tenê klîban biweşîne lê wê bi bernameyên cur bi cur ên hunerî û çandî jî ji hunerhezan re amade bike.
Bernameyên hunerî yên tv'yê wê hem li Ewropa û hem jî li welêt werin amadekirin. Naveroka weşanê wê bi vî awayî ne tenê muzîk lê hemû cureyên huner û çandê bin. Ligel bultena nûçêyên hunerî ya heftane, bernameyên hem hevpeyvînî û hem jî bi formatên cuda yên çandî û hunerî yên li ser muzîk, govendên gelêrî, sînema û wênesaziyê jî wê di nava weşana nû de cih bigirin.
Çav li rê ye ku Med Muzîk ji destpêka sala nû û pê de dest bi guhertinên li banî hatine behskirin bike û plansaziye veguherîne di nava salê de pêk bîne. Ji hêla din ve logoya Med Muzîkê jî diguhere. Logo ne tenê bi rengê xwe yê nû lê belê bi fonta ku herfa "M" ya logoya Med TV'yê tê naskirin jî balê dikişîne ser xwe.
Televîyona Med Muzîk ji sala 2013'yan ve li ser peyka Hotbirdê weşanê dike û navenda wê li Bruksel a peytexta Belçîkayê ye.