logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû

  • Dîrok: 26/02/2017
Mirov gelekî li ber mirina stêrên ragihandinê, nivîskar û hunermendên ku mirov ji wan hez dike dikeve. Lê belê dema ew kes nas bin, xemgîniyeke mezintir e. 
Li ser kar bûm û çend deqiqeyek bû ku min li ser malperên cuda nûçeyên dawî xwendibûn. Bi hatina peyamekî min li telefona xwe nêrî. Hevalekî bi smilyeke xemgîn lînka Al Jezeera ya ku agahdariya wefata Ṣîfa Gerdî tê de bû rêkiribû. Ya rast behitîm lê dibe ji ber hefteya karnevalê ya li Almanyayê, fikirîm ku henekeke tehl a ji hedê xwe derbasbûyî be. Min di nava behitandinê de yekser jê re nivîsî kuro ev çi henek e? 
Got mixabin rast e. 
Bi vekirina malpera Rûdawê re çav bi nûçeya bi wêneyê nivîsa "Bilez" ketim...
Min Ṣîfa di dema amadekariyên vekirina Rûdawê de nas kiribû. Me çend mehan bi hev re perwerde dît. Bi azmûn bû. Di perwerdeyê de yekem weṣana zindî ya navxweyî wê bi awayekî gelekî serkeftî pêk anîbû. Miroveke gelekî giran bû. Heta tu bibêjî ji xwe bawer bû. Di nava civakeke konservatîf û sêncên hesasiyetên çêkirî yên civakî de mezin bûbû. Lê xwe di ser wan sêncan re qewastibû. Xwe bi vî awayî dabû qebûlkirin. Herdem vê jixwebaweriya wê bala min kiṣandibû.  
Li Baṣûr karkirina jinan di televîzyonan de ne karekî hesan e. Bi sedan kelem ji vê yekê re hene. Malbat rê nadin ku jin li ser ekranan derkevin. Civak bi çavekî xirab li wan dinêre. Ji ber vê yekê gelek jinên di televîzyonan de kar dikin bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimînin. Gelek jê ji ber van egeran ji aliyê hevjînê xwe ve têne berdan.
Ṣîfa ji van hemûyan profîleke guhertîtir bû. Nezewicîbû. Xwe bi malbat û civakê dabû qebûlkirin. Di temenê xwe yê ciwan de bûbû xwedî kariyer. Bi karê xwe radibû û bi karê xwe rûdiniṣt.
Mirina Ṣîfa divê ji televîzyonên Baṣûr re bibe ders. Reqabeta ka kîjan peyamnêr bêtir dikare xwe bavêje metirsiyê divê ji holê rabe. Ewlekariya rojnamegeran divê di ser nûçe û dîmenên werin ragihandin re be.   
Di dawiya de vê bibêjim; Min çend caran ji Ṣîfa re gotibû dengê te wekî molodiyê ye û pêwîst nake tu di dema nûçexwendinê de zehmetiyê bidî qirika xwe. Her cara min ev yek jê re digot gelek kêfa wê dihat. Min ji dilê xwe digot û ew jî ji dilê xwe dikeniya. Lê mixabin ew dengê wekî melodiyê çû. Bila serê malbata wê û hemû dost û hevalan sax be.
Şîfa Gerdî ji malbateke başûrê Kurdistanê ye di 1'ê tîrmeha 1986'an de li gundê Zewe ya rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Roja 25.02.2017'an di encama teqînek da jiyana xwe ji dest da.

Hin Nivîsen Nivîskar

Ferqa dozên namûsê yên almanan û yên kurdan

  • 25 Gulan 2009

Kuştinên kurdan ên ji bo "dozên namûsê" hema bêje her sal li Almanyayî jî diqewimin. Medyaya alman jî bi awayekî mafdar cihekî mezin dide van...

Reşkujiya Dr. Qasimlo û îroniya dîrokê

  • 12 Tîrmeh 2014

Di ser reşkujiya Dr. Abdulrahman Qasimlo re 25 sal derbas bûn. Dewleta Awusturya ji roja kuştarê heta niha ji bo ronîkirina reşkujiyê tu gav neavêtine.Şeva 13’ê tîrmeha...

Wê çend kurd bi Şewba Berezan bê

  • 04 Tebax 2009

Bi betlaneya havînê re hejmara kesên ku şewba berazan li Almanyayê bi wan ket bû du qet û tê gotin ku dê ev hejmar heta dawiya betlaneyê çend qetên din bilindtir...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Juriya Festîvala Sûc û Cezayê diyar bû

ad

Dengbêj Feyzoyê Rizo mir

ad

Ew der tenê mabû: Kompaniyek taybet diçe hîvê

ad

Mûşê Dêrsim têk bir

ad

42 ronakbîrî êrîşa li ser Roj TV şermezar kir

ad

Romana ciwanekî nûjen “Neynika Dilî”

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname