ENQERE
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di kongreyê de rexneyên tûj li AKP'ê kir û got ew dikarin, peşî li şer bigirin û bangewaziya "vê komkujiyê bi dawî bikin" kir.
Vaye notên ji axaftina Demîrtaş:
- Ocalan li gel hemû spekulasyona pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. Berî niha jî dema ku me hemû laşê xwe ji bo aştiyê xistibû bin kevir lê wan em wekî xayîn îlan kir. Demek em pir bi hêz û bi îstîkrar disekinin ev derdor di her demê de êrîşê me dikin. Dema ku mirin tunebûn me çi parast em îro bikaribin heman tiştî biparêzin m dibin mirov. HDP bexçeyek gelan e, lewma tekane partiya Tirkiyeyê em in.
Partiya kurdan çima nebe?
- Hûn dikarin yekîtiyê bi du awayan pêk bînin. Riya yekemîn faşizm e. Bi rêbazên pêkutiyê hûn dikarin vê yekê bikin ku ev pir bi talûke ye. Gelek welat vê yekê jiyan. Îro li Tirkiyeyê ev pêk tê. An jî wekî ya ku em dikin herkes bi cudahiya xwe qebûl bikin, di jiyanek hevpar de, welatê hevpar bikin bihuşta hevpar hûn dikarin pêk binin. Dema ku em vê yeke dibêjin ji me re dibêjin cudaxwaz. Me çi parçe kiriye, faşîzm parçe kiriye. HDP divê ji vê pir rengiya xwe venegere.
- Dibêjin partiya kurdan. Çima partiya kurdan nîn be, divê hebe û jixwe heye jî. Lê em partiya hemû gelan in. Em ne partiyek oldar in, lê hemû oldar, ji mezhebên cuda jî di nav me de hene. Ev Rastiya Tirkiyeyê ye. Siyaseta dijberê vê dijberê rastiya civake ye. Ev rastiya me ye.
Em xweseriyê dixwazin
- Hûnê bi rêbazên diktatoriyê welat bi rê ve bibin an bi rêveberiya xweser. Em diktatorî naxwazin, pergela parlamenter jî bersiv nade pêwîstiyan. Em dibêjin hin rayeya navendî bidin reveberên heremî. Me ev yek îcat nekiriye. Ji ber ku em vê yekê diparêzin ji me re dibejin cudaxwaz. Yên ku dibêjin hûn ger xweseriyê diparêzin xendek û barikat hene. Em van rexneyan fêm dikin û rêz pêşwazî dikin. Em barikatan xendekan û şîdeta dewletê rewa nabînin. Em dibêjin pirsgirêka van xendek û barîkatan bi muzakereyê em çareser bikim. Hikumet jî dibêje ezê mal bi mal paqijiyê bikim. Ku pêwist e emê kuştina sivilan li ber çavan bigrin.
190 sivîl kuştin, dibêjin sivîl tune ne
- Li Cizîrê 2 meh in gel nikare ji mala xwe derkeve. Xwarin û av tune ye. Li Nisêbîn, Sûrê jî hemû rêbaz hatin pêk anîn. Ez dipirsim tiştên ku ev rebaz tên pêkanîn navê wê pergalê dibe pergela demokratik? Ji 190'î zêdetir zarok jin û mêr hatin qetilkirin, nav bi nav diyar in lê dibêjin sivil nehatine kuştin.
- Tirkiye welatê me ye, felakata Tirkiyeyê felakata me hemûyan ne. Ji bo pêşîlêgirtina vê felaketê divê em demokrasiya xwe bi hêz bikin. Bi tang û topan nabe.
Meseleya Zagona Bingehîn û xwesi
- Em di komisyona Zagona Bingehîn de cih bigirin. Ev ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Emê li ser navê we di vê komisyonê de li lihevhatinê bigerin. Em dixwazin samîmiyeta xwe bidin nîşan. Lê belê ev yek di rewşa nîqaşek serbest de pêkan e. Divê pêşî em rê paqij bikin. Divê em çapemeniya azad bihêlin, emê di parlamentoyê de firsendekî nîqaşek hin cesûr pêk bînin. Çapemenî di bin tehdidê ye. Walî u qeymeqam bi îhtîmala 'daxwaza xweseriyê heye' mirovan digrin. Niha Serokê Meclisê dibêje werin em Zagona Bingehîn nîqaş bikin. Lê gelo mîsogeriya ku em daxwaza xweseriyê bînin ziman û em neyên girtin heye? Em dibêjin em amede ne.
Statuya Rojava çima neyartî be
- Gere hikumet dest ji neyartina kurdên Sûriyê berde. Bi nêzîktêdayîna çareseriyê nêzî meseleya li Sûriyê bibe. Li Sûriyê statuyek ji bo kurdan çawa dikare heram be? Li Sûriyê gel divê mafê xwe yê pêşerojê bi xwe biryarê bidin û Tirkiye jî divê wekhev nêzî hemû gelên li wê derê bibe. Niha Tirkiye Başûr wekî dost dibîne. 11 mîlyar dolar têkiliya aborî bi wir heye. Ligel Kurdistana Federe têkiliyek baş heye çima ligel Rojava nebe?
Demîrtaş di dawiyê de helbesteke Ahmet Arîf ku di nav rêzikan de "bimeşe, bimeşe bi ser de, bi ser celladê de" jî heye xwend û xwest her kes hêviya û HDP'ê mezin bikin.
Nûçeya Eleqedar: