Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de îro li Stenbolê Fenerbahçe û Amed Spor tên hemberî hev. Ev maça dawî ya Maçên Koman e. Ji Koma C tîmên Gençlerbirligi û Fenerbahçeyê mafê derketina ji komê bi dest xistine. Lewma ji bo her du tîman jî maçek ji rêzê ye. Maç saet 18'an de ye û li Tirkiyeyê A Spor maçê bi awayekî zindî diweşîne.
TFF'yê biryar daye ku temaşevanên Amed Sporê negirin sehayê. Ji par de her maçên deplasmanê li temaşevanên Amed Sporê têne qedexekirin û di kûpayê de jî ev bêedaletî neguherî. Sedem wekî "Ewlehî" tê nîşandayîn lê ewlehiya çi tu bersiv nîn e.