Diyarname
Kovara sê meha ku li ser kurdên Anatoliya Navîn weşana xwe dike niha gihîşt hejmara 83’yan. Kovarê di vê hejmarê de jî li ser kurdên Anatoliyê nivîsên cur bi cur weşandine.
Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê “Bîrnebûn” ku di bin edîtoriya Alî Çîftçî de derdikeve, hejmara xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Edîtorê kovarê di nivîsa edîtor de li ser kurdî, hilbijartina kurdî ya li dibistanan kiriye û bi vî awayhi qala rewşa Konyayê ku gelek kurd li wir jî dijîn kiriye: “Li parêzgeha Konyayê ku piranî kurdên Antolîyê li derûdora vê parêzgehê dimînin qet serlêdan nebûne. Dema me ji hinek malbat, kesên nas û derûdora xwe re pirsa vê kir, bersiva ku me wergirt, ya hemûyan ev bû ku ji tirsa, kesî nexwestîye kurdbûna zarokên xwe eşkere bikin. Zimanê kurdî li bakurê welêt û her wiha li Anadolîye ber bi wendabûnê ve û xelkê kurd jî li ber jenosîda çand û zimanî ye.”
Ev demek bû bi serpereştîya Weqfa Kurdên Anatolîya Navîn, Stiftelsen-KAN ev demek e, mekteba şemîyê bi kurdî li bajarê Stockholmê, li taxa Botkyrkayê dest pê kiriye. Niha li bajarê Goteborg û Gavleyê jî dîsan bi serpereştîya Weqfa KAN’ê mektebên şemîyê vebûne. Mamoste Zohre Iscan li ser mekteba şemîyê û aktîvîteyên wê di vê hejmara kovarê de nivîsa xwe nivîsandiye.
Di vê hejmarê de jî Muzaffer Ozgun beşa diduyan a nivîsa xwe ya ku qala bîranînên bi êş yên jineke ji rojavayê Tirkiyê, Cîhanbeylî û êşa 52 rojan dike, pêşkêş kiriye.
Deq, navê giştî yê nîşan û nîgarên ku li ser çermê mirovan tênçêkirine.Deqjidemaneolîtîk heta niha li seranserê cîhanê berdewam e. Mehtab Îdelî li ser vê mijarê hem dîroka wê û hem jî di nav kurdan de bi taybetî li navçeya Anadolîyê bi çi rengî heta niha hatiye, bi wêneyan lêkolaye.
Dr. Mem Xelîkan jî bi rêzenivîsa xwe ya Kilamên me îcar kilama Mala bavê min, birano ji arşîva Serbulent Kanat wergirtîye û bi kurteşiroveyekê nivisîye.
Ji bilî van Altun Başaran, Xizan Şîlan, Heinrich Boll (werger Nuh Ateş), Îhsan Turkmen, Xelîl Şêxbizinî, Hayrettîn Guven, Seyidxan Anter, Ferîdûn, Ehmed Mîlan, Cutyar T. Hawramî, Hesenê Metê û Hizir Akbîna bi nivîs, çîrok û helbestên xwe ked dane vê hejmarê.