Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê organîzekirin her sal kesên keda wan ketiye nava sînemayê bi "Xelatên Rûmeta yên Sînemayê" tên xelatkirin. Kesên ku îsal dê bêne xelatkirin niha hatin diyarkirin: Derhêner Bariş Pîrhasan, Lîstikvan Mecit Koper, Selma Gunerî û derhênerê dîmenê Çetin Tunca.
Derhênerê hilberîner ê Yeşîlçamê Pîrhasan
Derhêner Bariş Pîrhasan di salên 1980'yî de ligel derhêner Atif Yilmaz, Omer KAvur, Şerif Goren xebitî di fîlmên wekî "Aaahh Belinda", "Adi Vasfiye", "Korebe", "Amansiz Yol", “Kadinin Adi Yok”, "Asiye Nasil Kurtulur" de îmze avêt bin senaryoyê, dûre fîlmê "Usta Beni Oldersene" ku yek ji fîlmê xweser ê sînemaya Tirkiyeyê de kişand. Wî bi vî fîlmî li Antalya û Enqereyê xelat girtin. Derhêner Pîrhasan ku kurê nivîskarê navdar Vedat Turkalî ye heta niha gelek helbest jî nivîsîne. Hunermend Kazim Koyuncu yek ji helbestên wî "Hoşça Kal" kiribû stran û di albuma xwe de cih dabû.
Rûyê xweşik ê sînemayê Gunerî
Lîstikvan Selma Gunerî ji salê 60'î ve kete nava sînemaya Tirkyeyê û wekî rûyê xweşik ê sînemaya Tirkiyeyê tê nasîn. "Son Kuşlar" (1966), "Ben Oldukçe Yaşarim", "Mum Kokulu Kadinlar" hin fîlmên ku wê têde rol girtiye ser milan.
Lîstikvanê sînema û şanoyê Koper
Lîstikvan Mecit Koper heta niha gelek keda wî ketiye nava sînemayê û şanoyê jî. Di fîlmên wekî "Aaahh Belinda", "Rumuz Goncagul" de wî lîstiye û gelek xelat jî girtine.
"Al Yazmalim" bi dîmenên wî hat
Derhênerê dîmenê Çetin Tunca ku di gelek fîlman de xebetiye bi giştî 127 fîlm, gelek rêzefîlmên ji bo TV'yan bi keda wî hatine kişandin. Fîlmê derhêner Atif Yilmaz "Selvi Boylum Al Yazmalim" ku li Tirkiyeyê bûye fîlmekî klasîk derhêneriya wî Çetin Tunca kiriye.
Alam jî hat xelatkirin
Her wiha perwerdekarê sînemayê û sînefîl Mithat Alam jî bi Xelata Kedê ya Sînemayê dê bê xelatkirin. Li Zanîngeha Bogaziçi Navenda Sînemayê ya Mithat Alam heye ku gelek sînemager li wê derê kedê didin ji bo sînemayê.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Serîlêdanên Festîvala Stenbolê dest pê kirin