logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî girtin

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat girtin.

  • Dîrok: 31/12/2016
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat girtin.

Piştî OHAL'ê (Rewşa Awarte) hikmetê heta niha bi KHK'yan (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) gelek komele girtin. Niha hinên din li wan hatin zêdekirin. Duh nêzî 100 komeleyên din hatin girtin ku di nav van de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û YAKAY-DER jî hebûn.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di saala 1992'yan de ji aliyê hin rewşenbîrên wekî Musa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender ve hat avakirin. Saziyê heta niha gelek pirtûkên li ser kurdî, ferheng û kovara bi navê Zend derxistibû. Dîsa heta niha bi hezaran kes çû qursa kurdî ya Enstîtuyê û hin jê tenê hînê kurdî bû, hinan ev gav pêşvetir bir û bûn mamosteyên kurdî. Heta duh jî gelek xwendekarên ku li Enstîtuyê diçûn dersên kurdî hebûn.

Sazî heta sala 2000'î gelek xebat kir. Di rewşên gelek dijwar de jî deriyê wê vekirî bû. Di wan salên ku qursên bi kurdî qedexe bûn de jî Enstîtuya li ser kurdî xebat dikir, dersên kurdî didan. Ji ber vê yekê di sala 2000'î de polîsan mohr li deriyê Enstîtuyê da, bi qasî mehek girtî ma lê dîsa hat vekirin. Her wiha dîsa wan deman, dema li Stenbolê civîna AGÎT'ê li dar ket Enstîtu bi awayekî fermî beşdarî AGÎT'ê bû. Serokomarê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Demirel bi awayekî fermî Enstîtu vexwend. Û niha, duh bi şev polîsan çûn mohr li deriyê Enstîtuyê dan û ew girtin bêyî haya serok an rêveberên saziyê pê bixin.

Li ser girtina saziyê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan re xeber da. Tan dibêje ku moxtarê taxê ligel xwe birine, haya me pê nexistine, li gor moxtar dibêje polîsan hin kasayên kompîturan û hin pirtûk ligel xwe birine. Tan dibêje; ji ber derî mohrkiriye ew nikarin herin hundir binêrin ka çi birine, çi kirine...

Serokê Enstîtuyê Tan dibêje, "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hem di warê neteweyî, hem di warê navneteweyî de naskirî bû, hatibû qebûlkirin" û van li gotinên xwe zêde dike: "Heta niha tu lêpirsîn derbarê saziyê de nehatine dest pê kirin, doz nehatine vekirin. Em nizanin ji ber çi sedemî girtine. Wisa tiştek e rêya îtÎrazê jî nîn e. Bi vê dixwazin qada sivîl û demokratîk ji bo kurdan bigirin. Lê em vê qadê vala nahêlin. Di rewşên herî giran de me xebatên xwe yên demokratîk meşandin, em dê dîsa bimeşînin."

Akademiya Ehmedê Xanî jî hat girtin û ekîbên maliyeyê hatin derî mohrkirin. 

Akademiya Ahmedê Xanî ji sala 2012'an ve li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî xebatên akademîk dimeşand.


Her wiha komeleya alîkariya malbatên windayan "YAKAY-DER" jî duh êvarê wekî komeleyên din girtin. 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di "Sanat ve Hayat"ê de sernava "Lazan"

ad

Klîba Hefteyê: Diyarbakir!

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Silêmanî didome

ad

Fîlmên vê hefteyê

ad

Li Hoç-Fedê Salona Akif Yilmaz

ad

Em pir dişibin hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname