Dadgeha Amedê di encama berdewamiya operasyonên qirkirina siyasî de biryara girtina Hevşaredarên Sûra Amedê Fatma Şik Barût û Seyid Narîn tevî hevalên wan ên ku bi wan re hatibûn binçavkirin, da.
Her wiha dadgehê biryara girtina Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi jî da.
Şaredar tenê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûbûn. Dadgehê ji xala 302'yan a TCK'ê ceza li wan birî ku ev xal xala çalakiyên çekdarî ye.