Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi awayekî fermî navê Amed Sporê qebûl kir.
Tîma Amed Sporê di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de dilîze. Amed Sporê meha borî di kongreya xwe ya awarte de biryar girtibû ku navê tîmê bike "Amed Sportif Faaliyetler Kulubu / Amed SK (Klûba Xebatên Sportîf a Amedê" û serî li TFF'ê dabû. TFF'ê niha ev nav bi awayekî fermî qebûl kir.
Serokê Duyemîn ê Klûba Amedê Nurullah Edeman got ku TFF'ê navê ku war li ser biryar girtibû qebûl kiriye û di serdema nû ya fûtbolê de ew dê bi navê Amed SK têkoşînê bidin.
Edeman got ku rengên klûbê jî kesk, sor û spî ne.*
Her wiha piştî erêkirina biryarê TFF'ê di malpera xwe ya fermî de, di nav maçên dê bêle lîstin û di nav fîksturê de, bi kurtahî li her derê navê tîmê guhart û kir "Amet Sportîf Faaliyet". Ji niha û pêde êdî dê maçan de jî wekî Amed Spor bê bikaranîn.
Têbinî: Ev foto logoya nû ya Amed Sporê ye.


