Nivîskar û bêlayanî
Fêrgîn Melîk Aykoç
Min hemû nivîsandinên li ser mijara nivîskar, têkiliyên nivîskaran, nêzîkbûna gel û hêzên siyasî bi balake kûr xwend. Mixabin ku hin birêzan ev kiþandin qadeke din. Daxwaziya min ew bû ku nivîskar û nêzîkbûna gel, nivîskar û saziyên netewî, têkiliyê wan bihata nîqaþkirin.
1 - Wekî mînak kasetê dengbêjeke/î bi layan bê layan, ne welatparêz jî be, bi dehezaran tên firotin. Gelo çima romaneke ji sedî dehê yan jî pêncê kasetekê nayê firotin? Dema konsereke hebe, bi hezaran kes diçin, lê di xwendin û danasîna romanekê, yan jî berhemeke nivisandî de mirov zar zor sih, çil kesî dibîne? Min bi xwe dixwest ku ev aliyê mijarê vebe. Lewma jî min di nivîsandina xwe de hin xal danîbûn. Em li vir Ewropayê dibînin, gelên ji Afrîkayê jî di vî warî de ji me pêþketîtir in, çima? Lê gelek mixabin ku ev mijar nehat vekirin, em tenê li qeraxên din geriyan. Me egerên vê yên sosyolojîk, psîkolojîk û dîrokî venekir û di serada nîqaþan re derbaz nekir.
2 – Mijara bêlayanî, yan jî serbixwebûn: Niha bêlayanî çi ye? Em ji bêlayanî çi têdigihîjin? Yan jî bêlayanî kengê, li kîjan welatî, di kîjan rewþê de tê çi wateyî? Cudahiyên di navbera bêlayaniya welatên serbixwe û welatên bindest de çi ye? Ma di cihanê de kesê bêlayan heye? Ev camêrên behsa bêlayanî dikin, dixwazin çi bibêjin? Wekî mînak: Gava yek bibêje; “prensîbên min hene, ez dernakevim ROJ TV”, lê bi def û zurne berê xwe bide TRT ALTI, ma ew kes bêlayan e? Yan jî heþa we bi gotineke hiþk û zîþt ew derewan dike? Diviyabû ev mijar jî bihatana vekirin.
Ez ê vê mijarê hinek vebikim.
a) Li gor dîtina min gava kesekê/î li welatên serbixwe cudahî neke navbera tu hêzî, li hember tu hêzî dijberiyekê hiþk nîþan nede, bikane her hêl û aliyan jî ziyaret bike, yan jî wekî hev bigire, di kêmasiyan de her du aliyan jî rexne bike, ew bê layan e. Lê li welatê wekî welatê me bindest, mêtîngeh de kes nikane di navbera hêzên dagirker û hêzên tekoþîna rizgarî de bêlayan be. Di vir de bêlayanî nabe, ew dikane bibe îxanetê. Em çend mînak bidin.
Mînak yek:
Em hilbijartinên li baþûrê Kurdistanê wekî mînak bigirin. Diviyabû her niviskarî di vî mijarê de bi taybetî li hember lîsteyan bêlayaniya xwe biparasta. Gava lîsteya Hîwa jî hate qedexekirin, ji bo rûniþtina demokrasiyê li hember saziyên têkildar helwesteke tund nîþan bidana. Rast di vê mijarê de çend kes bêlayan bûn?
Mînak dudu:
Îroj li bakurê Kurdistanê di navbera hêzên netewî û dewleta tirk û hemû saziyên wê dewletê de þerekî tund û dijwar heye. Nivîskarek rabe xwe di navbera hêzên dagirker û hêzên netewî de wekî keseke bêlayan nîþan bide, bi dîtina min ew di encamê de diçe îxanetê. Lê nivîskareke/î di navbera partiyên kurdistanî yê legal û îlegal de cudahiyan daneyne, piþta xwe nede yekî êrîþê yê din meke, yanê hinek prensîbên hizbî, eþîrî, komî daneyne ber xwe, ew nivîskar bêlayan e. Bila þaþ neyê fêmkirin rexne tiþteke din e. Lê divê nivîskar cudahiya rexne û çêrkirinê jî bizane.
Mînakeke rabirdû:
Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve xebitî ku di hilbijartinên 29 adarê de di kesayetiya AKP’ê de bi ser bikeve, da ku bikane tevgera azadî têk bibe, ji bo vê konseptekê jî amade kiribû. Ango ew hilbijartin di qada xwe de þerê di navbera hêzên netewî û hêzên dagirker de bû. Di wê rewþê de bendê di navbera bêlayanî, yan jî dij bangaþî û îxanetê de qetiyabû. Tu tiþtî nikanîbû xetek daniya navbera bêlayanî û îxanetê. Hêz û partiya di vir de li hember hêzên dagirker ketibû nava rikberiyê û þerê ne di rewþa wekî hev de, li gor dilê nivîskar jî neba, nivîskareke xwedî wijdan û piçek bêhna welatparêziyê jê dihat nikanîbû bêlayan bimîne. Yên ku qaþo bêlayan mane, divê hinek bifikirin. Dema nivîskarek nikanibe van rewþan têbigihîje, bila dest ji wê erkî berde.
b) Niviskarekî dikane bibe endamê partiyekê jî, lê divê di wê rewþê de jî erkê xwe ji bîr neke. Wekî mînak: Nivîskarê alman yê herî bi nav û deng, yê xelata Nobelê girtiye. Ango Gunter Giras, ew hetanê van salên dawiyê jî endamê SPD (Partiya Sosyal Demokratan) bû. Lê wî tu car erkê xwe yê nivîskarî ji bîr nekir.
Ez bi xwe bêlayan nîn im. Ez bi zelalî dibêjim, ez alîgirê Tevgera Azadî me. Lê dijminahiya partî û hêzên kurd ên din nakim. Ji bo xwendin, semîneran (di warê ziman de), perwerda mamosteyan bang min bikin, ez diçim. Li gor nêrîn û têgihîþtina xwe wan rexne jî dikim. Min di gelek waran de hêza ez alîgirê wê me û sêzdeh sal in ku ez di rojnameyên nêz wan de dinivîsim jî min rexne kiriye. Yekê nivîsên min þopandibe, ev dîtiye. Kîjan TV’eyên bi hêla kurdan ve hatî avakirin bang min bike, ez prensîban danaynim ber wan. Lê li hember TRT ALTI prensîbên min hene. Hetanê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, ev sazî nekeve xizmeta kurdan. Hetanê ev sazî cih bide partiyên mêtînger, lê nêzîkê sazî û partiyê kurdan nebe! Ez naçim. Dibe hin kes bibêjin, ji xwe derfetên te yê çûyînê tune, tu lema wisa dibêjî. Na, yên min nas dikin dizanin. Li vir çepgirên tirkan jî bang min kirine, lê ez neçûm, ji ber ku li hemberê wan jî prensîbên min hene!
3 – Nivisa Qado Þêrîn (xwezila navê xwe rast binivisan da, bigota Þîrîn) bi min gelek xweþ hat. Rastiyeke me tîne ziman. Ji ber ku di nava me kurdan de bi giþtî hin têkiliyên eþîrî, malbatî, mezhebî, terîqetî, hembajarî, hem gundî, poz bilindî, quretî, xwe mezin dîtin, heye. Hestê netewî hîn baþ nekemiliye, di nava niviskaran de jî mijara rexnegiriyê rûneniþtiye. Ev nexweþî cih bi cih gihîþtiye nivîskar û weþanxaneyan jî. Gava mirov dikeve nava malperan, mirov li nirxandinên kesên ber bi rexnegiriyê xwe dikiþîne dibîne. Ev bi zelalî derdikeve pêþ. Mînak zêde ne. Wekî mînak di hin malperan de çawa çîroka yekî tê weþandin, hema yê din (hevalê wî/nasê wî) bi navê rexnegiriyê maþiqê wê çîrokê dibe. Bi sedan pirtûkên nivîskaran derketiye. Lê yên ku di nava hewldana rexnegiriyê de ne, tenê yên der û dora xwe bi rexnegiriyek erênî dinirxîne. Heta di vê nîqaþê de jî, hinan bi taybetî bersiva hinan dan, yan jî çawa ku di vê nîqaþê de tenê dîtinên A û B hebe, tu kesî behsa rexne û nêrînên C nekir.
Eger nîqaþ di van waran de kûr be, wê baþtir be.
***
Di vê nîqaþê de nivîsa Fêrgîn Melîk Aykoç a berî vê hatibû weþandin:
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan