AMED
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firal Anli di civîna DÎSÎAD (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Amedê) de axivî û got: "Divê mirov carinan bîne ziman ku em ji petrolê par dixwazin. Ger pitik negirî kes şîr nade."
Civîn li avahiya Karavil Group li dar ket. Serokê Lijneya Karavil Group Mehmet Karavil, Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal, Serokê Ajanma Pêşvexistinê Îlhan Karakoyunlu, Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, karsaz Raif Turk, midûrên mankeyan û hin ji derdorên karsazan beşdar bûn.
Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal wisa got: "Hedefa me ew e ku di navbera 3-5 salan de li bajarê me em betalî binîn asta ku ji holê rabe. Em li hemberî xizaniyê têdikoşin û kesên ji bo çareserî gilî dikin bila ji bo pêşketina vir piştgiriyê bidin. Li nav bajar cihê ku mirov hilberînê bike nîn e. EM hê qala binesaziya OSB ku 23 sal berê hatiye çêkirin dikin. Ger hikumet û rêveberiyên herêmî ligel me bin emê xizaniyê têk bibin. Ji bo pêşîlêgirtina xizaniyê gere em li ser vê yekê bisekinin."
Hevşaredar Anli jî axivî û li ser daxwaza para ji petrolê wisa got: "Gere carinan em meseleya parxwestina ji petrolê bînin ziman. Em wekhevî û bêalîbûnê dixwazin. Ji bo vê yekê jî emê xebata xwe bidomînin."
Anli qala komcivîna ku Ar-Ge'ya AKP'ê li Amedê li dar xistibû jî kir, got ku ew vê wekî diyarkirina vînê qebûl dikin û wisa dom kir: "Xwezî saziyên sivîl ên vê derê û saziyên me jî bihatana vexwendin û pirsgirêkên bajêr bianiyana rojevê. Dema biryar bêne girtin divê ev vîna vir bê dîtin."
Hevşaredar Anli diyar kir ku wezîr hatine serdana şaredariyê, wan di vê hevdîtinê de rojeva bajêr pêşkêşî wan kiriye û wisa dom kir: "Di projeyên me pêşkêşî wezîran kirin de me got bila gel biryar bide ku li cihê Stadê çê bê çêkirin. Me xwest qada li nav Talaytepe û Maştfiroştepe wekî Daristana Bajêr bimîne û di vî warî de me soz ji wezîran girt. Dîsa me soz ji wan girt ku bi sînor be jî şaredarî bi xwe bikaribe xebatên şîrketan bike. Me ji bo wan ragihand ku ji bo çêkirina pergala tramvayê jî emê ji Bankeyên Bajêr piştgirî bigirin."
Anli got ku li vî bajarî bêyî mirov qala xizaniyê bike mirov nikare qala tiştekî din bike û ev yek lê zêde kir: "Em hemû bi hev re, ji bo kardîtina ji bo mirovan çi bar bikeve ser milê me emê bikin."
Firat Anli paşê ligel beşdaran beşdarî vekirina fabrîkeya alumînyûmê bû, li fabrîkeyê geriya û bi karkeran re sohbet kir.