Amed
Şaredariya Baglara Amedê di çarçoveya çalakiya kevneşopî ya "Li Parqan Kêfa Sînemayê" de dest bi nîşandana fîlm û belgefîlman kir.
Şaredariya Baglarê îsal jî di çarçoveya çalakiya kevneşopî ya "Li Parqan Kêfa Sînemayê" dest bi nîşandana fîlm û belgefîlman kir. Di çarçoveya çalakiyê de li Parqa MTA'yê fîlmê Tolga Ornek ê bi navê 'Devrîm Arabalari (Erebeyên Şoreşê) hat nîşandayîn.
Nîşandayîna fîlm dê heşt hefteyan berdewam bike. Fîlm di êvarên rojên duşem, çarşem, pênçşem, în, şemî û yekşemê li 6 parqên cuda MTA, Karanfîl, Kor Hat, Kaynartepe, Yunus Emre û li malên Taxa 5 Nîsanê ya Baglarê bên nîşandayîn.