Diyarname
Ji bo hinan serleşkerê efsanewî, ji bo hinan dîktator, lê bi her halê xwe mirovekî mohra xwe li kêliyek dinyayê daye, Fîdel Castro, yê rêberiya Şoreşa Kubayê kir, yê ku li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serî netewand îro, di 90 saliya xwe de wefat kir.
Serokdewletê Kubayê Raul Castro ji televîzyona dewletê ragihand ku birê wî Fidel Castro wefat kiriye û ev yek lê zêde kir: "Li ser daxwaza wî em dê cenazeya wî bişewitînin û îro dê cenazeyê wî bişînin krematoryûmê."
Castro li hemberî dîktator Fulgencio Batista şer da dest pê kir û di sala 1959'an de Şoreşa Kubayê çêkir.
Castro di sala 2008'an de dest ji peywira serokdewletî berda û birê wî Raul Castro hat cihê wî.
Fidel Castro piştî sala di meha avrêla îsal di di kongreya Partiya Komunîst de axivî bû, gotibû ku di demek nêz de ew dê bimire û ji partiyiyan xwestibû ku xwedî li îdealên xwe derên. Castro wisa gotibû: "Di nêzîk de ezê bibim 90 salî. Nêzîk de wekî rêberên din ezê jî bimirim. Lê îdealên komunîstên kubayê, baweriya wan ji bo vê dinyayê, ji bo mirovahiyê dê fêdeya xwe bidomînin. Ji bo vê îdealan divê em têkoşîna xwe bidomînin."
Ew di 13'yê gelawêja 1926'an de hatibû dinê. Diya wî aşpêj bû û ew li Dibistana Katolîk a Xiristiyan de da xwendin. Di sala 1945'an de derbasî Zanîngeha Havana bû, li vir hiqûq xwend. Di vê demê de Fulgencio Batista wetak di bin rewşa awarte de bi rê ve dibir. Castro ji bo têkbirina vê hikumetê komek gerîla ya ji 200 kesî pêkdihat ava kir.
Di sala 1957'an de êrîşê baregeha leşkerê ya Moncada ya li Santiage De Cuba kir û gelek çek û amûrên çekan bi dest xist, lê hêzên leşkerî ku hatin piştgiriya leşkerên din hema hema temamê koma Castro kuştin û Castro jî dîl girtin. 15 sal cezayê hepsê lê birîn lê salek paşê General Batista efû ragihand, ew hat berdan. Castro dest ji fikrên xwe yên şoreşger berneda û çû Meksîkayê.
Wî li vê derê dîsa rêxistinek ava kir ku di heman demê de ligel şoreşger Che Guevara têkilî û dostanî danî. Castro ku bi demê re li nav gelê xwe bû xwedî piştgirî di 1'ê rêbendana 1959'an de ligel hêzên xwe careke din ket Kubayê, vê carê bi ser ket. Wî gava yekemîn dest danîn ser erdan û reforman erd çêkir. DYA'yê ji ber ev hewldanên wî di 31'ê rêbendana 1961'ê de ambargo danî ser Kubayê ku ev ambargo heta van salên dawî jî bi xurtî dom kir.
Kubayê pişta xwe da Yekîtiya Sovyetê, ligel vê ticaret dom kir lê vê carê DYA'yê ji aliyê behrê ve dom li Kubayê girt, ji bo têkbirina desthilatdariya Carstro Êrîşa Kendava Berazan çêkir. Ev yek di navbera DYA û Yekîtiya Sovyetê de bû sedema xirecirê ku hindik ma bibe sedema şerê nukleer.
Piştî xirecirê bi rakirina dorpêçê rewş aram bû le CIA'yê li hemberî Castro her suîkastên bi ser neketin çêkirin. Heta niha bi temamî bi ser 600'î de helwdanên suîkastên çêbûn lê hemû têk çûn. Castro piştî rewşa wî ya tenduristiyê xira bû rêveberî dewrê Raul Castro kir ku bi wî gelek bawer bû.
Rêveberiya Raul Castro hin guherîn çêkirin ku ya herî girîng piştî 50 salan ligel DYA'yê têkiliyên dîplomatîk dan dest pê kirin.