Diyarname
Rojnameger Nazim Daştan û Cihan Bilgin ku li Rojava pêşketinên li wê derê dişopandin duh saet dor 15.20'î de di encama êrîşa SÎHA'yên Tirkiyeyê de hatin kuştin.
Her du rojnameger li ser rêya Bendava Tişrîn û Bajaroka Sirînê di erebeyê de bûn. Di encama êrîşê re Daştan û Bilgin mirin, ajorakê erebeya wan Ezîz Hez Bozan jî birîndar bû.
DFG: EMÊ BI ISRAR RASTIYAN BÎNIN ZIMAN
DFG'ê (Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê) ku navenda wê li Amedê ye bi ser hesabê xwe re peyamek belav kir û êrîş şermezar kir. DFG'ê wisa got, "Emê li her qadê hesabê vê bipirsin. Nazim û Cihan rastiya şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyiyê dinanîn ziman. Bi hêza ku me ji wan girtiye emê bi israr û bi inyad vegotina rastiyan bidomînin."
IFJ'Ê BÛYER ŞERMEZAR KIR
Sekretê Giştî yê IFJ'ê (Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî) Antony Bellanger kuştina rojnameger Bilgin û Daştanî şermezar kir û xwest berpirs hesabê bidin.
Bellanger wisa got, "Her du hempîşeyên me rojnamegerên hêja bûn ku li bakurê Sûriyeyê li dû nûçeyê bûn. Dema li ser kar bûn bi balafirê bê mirov ew hedef girtin, ev yek me şaşwaz kir. Em vê êrîşa li hemberî hempîşeyên me şermezar dikin û daxwaz dikin ku hesap ji berpirsên vê bûyerê bê pirsin."
PEN'Ê BUYÊR ŞERMEZAR KIR
PEN'a Navneteweyî jî li ser bûyerê daxuyanî belav kir û got, "Li bakurê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve kuştina Nazim Daştan û Cihan Bilginê em şermezar dikin. Em bang li Tirkiyeyê bikin lêpirsînê bide dest pê kirin û yên berpirs hesabê bidin."


