logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

Li Amedê starta Newrozê: Dema dema azadî û yekîtiyê ye

Starta Newroza îsal ku wê li 72 navendan bê pîrozkirin ji aliyê Koma Xebatê Ya Tifaqa Kurdistanê ve bi deklerasyonekê ha

  • Dîrok: 10/03/2022
  • Beş: Nûçe

AMED

Starta Newroza îsal ku wê li 72 navendan bê pîrozkirin ji aliyê Koma Xebatê Ya Tifaqa Kurdistanê ve bi deklerasyonekê hat aşkerakirin. Di deklerasyonê de daxwaza azadiya, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û avakirina yekitiya neteweyî hat kirin. 

Starta Newroza îsal ku wê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin, li Amedê, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Koma Xebatê Ya Tifaqa Kurdistanê ve bi deklerasyonekê hat dayîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD) û PDK-Bakur tevlî civînê bûn. 

Metna deklarasyonê bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin. Metna kurdî ji aliyê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz û metna tirkî jî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç ve hat xwendin. 

Di deklerasyonê de destpêkê qala dîrok û wateya newrozê hat kirin û piştre jî polîtîkayên şer ên ji aliyê deshilata AKP-MHP'ê ve li dijî gelê kurd tên meşandin hatin vegotin. Her wiha di deklerasyonê de daxwaza azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Dîsa hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û partiyên kurd neyên lîstika dijminê xwe û li dijî polîtîkayên li ser yekitiya xwe ava bikin. 

Va ye ew deklerasyon:

"Bi hatina biharê re gelek gel li erdnîgariyên cuda yên Asyayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê Newrozê wekî roja hebûna dîrokî, olî û çandî pîroz dikin. Pejirandin û pîrozkirina Newrozê ya ji aliyê gelên din ve, bi zêdekirina naverokên cihêreng ên li erdnîgariyên cihê, Newroz bi wate û bedewiyeke cuda di nava xwe de dewlemend kir. 

Ji ber ku Newroz mizgîniya biharê ye, li gelek welatan ev roj bi awayên cur bi cur tê pîrozkirin lê li vê axê veguheriya roja hebûn û berxwedanê ye.   

Bi kuştina Dehaqê zalim ê ji aliyê Kawayê hesinkar ve, kurdan li her derê agirê serkeftinê pêxistin û ev roj wekî Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi vî rengî Newroz; bi koka xwe ya dîrokî ya bi hezar salan ve, di bîra gelê kurd de, li dijî zilm û zordariyê wekî roja îlankirina ku têkoşîn bi serkeftinê bi dawî bû, cihê xwe girt. Navê wê roja ku agirê serhildanê li dijî zilma zaliman hat pêxistin û bi serketinê hat tacîdarkirin Newroz bû. 

KURD BÛNE NEWROZ

Kurdan bi ked, bedel, xwîn û rondikên hezar salan Newroz kir roja vejîn û berxwedaniya netewî. “Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel.” Newroz îfadeya hebûna gelê kurd û vîna jiyana azad û demokratîk e. Îro germî û ronahiya agirê berxwedanê yê ku  Kawayê  Hesinkar pêxistiye, bi destê Kawayên hemdem ber bi gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ve diçe. Ji ber ku serkeftina Kawa ya li dijî zilmê di hişmendiya gelê me de cih girtiye,  Newroz her sal bi biryar û coşeke mezin  wekî cejin tê pîrozkirin. Ligel vejîna xwezayê Newroz veguherî qîrîna gelê kurd a “Azadî nasnameya min e”. Bi vê hişmendiya dîrokî em li ser axa geş a erdnîgariya zincîrkirî ya ku bêhna xwîn û barûtê jê tê, ji Newrozeke nû re dibêjin merheba. 

Em Newroza 2022’an di serdemeke ku faşîzm û kolonyalîzm hewl dide me di tarîtiya xwe ya qîr de  bifetisîne de pêşwazî dikin. Li himber vê yêkê em di pêvajoyeke dîrokî de dijîn ku berxwedan jî bi hemû heybeta xwe pêk tê. Zilm û zordarî li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Kapîtalîzm bi hilberandina şerên nû, bi şerên wekaletê yên demdirêj ên li ser Afganistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê hewl dide ku ji krîz û kaosa kûr a ku tê jiyîn xelas bibe, têkoşîna hegemonyayê bi şerê rasterast ên aliyên li Ûkraynayê re gihîşt qonaxeke nû. Şer tunekirina gelan e û bi gotina “ji şer re na” em bang li gelan dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletên xwe barîkata aştiyê ava bikin. Çareserî; bidawîkirina bilez a şer e û divê Ukrayna bibe pireke bêalî ya aştiyê di navbera Rojava û Rûsyayê de. 

BANGA BIDAWÎKIRINA ŞER Û BERDANA GIRTIYAN
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neoosmanîzma li dijî kurdan konsepta şerê topyekûn didomîne, li Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Li ber çavên cîhanê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê  pêk tîne. Ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava, ji bo destkeftiyên ku gelê me bi berdelên mezin bi dest xistine têk bibin, êrîşên hewayî yên li dijî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bênavber berdewam dike. Berî her tiştî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrîşan dikin. Mixabin ev êrîş ji perçebûna siyaseta kurd hêzê digirin. Daxwaza sereke ya gelê me ye ku hemû partî û hêzên Kurdistanî dev ji helwest û siyasetên dûrî hesasiyet û berjewendiyên neteweyî berdin. Li hemberî êrîşên kolonyal û şovenîst ên li dijî gelê kurd; bi diruşmeya “Roj roja yekîtiya neteweyî ye” em bang li Partî û tevgerên xwe dikin ku bi yekîtiya neteweyî destkeftiyan biparêzin. Tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî, birêz Ocalan 24 sal in ku di girtîgeha Îmraliyê de, di nava tecrîd û îşkenceyê de tê girtin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hemû rehîneyên siyasî, bi taybetî girtiyên nexweş, di zindanên ku ji ber polîtîkayên tecrîdê veguherîbûn malên mirinê, bi mirinê re rû bi rû man. Biryarên Saziyên Tiba Edlî yên ku radigihînin girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, serbestberdana girtiyên siyasî yên ku înfaza wan bi awayekî kêfî tê astengkirin, siyasî û derqanûnî ne. Em bang li hikûmetê dikin ku ji bo hemû girtiyên nexweş û siyasî, di serî de birêz Ocalan di demeke herî kurt de serbest bên berdan, gavan bavêje.

BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ 

Bi rejîma desteserkirinê ya di bin navê qeyûmê de; polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ziman, nasname û çanda gelê kurd bi taybetî jî li dijî vîna gelê kurd didomin. Kurdî, ku yek ji zimanên kevnar ê Rojhilata Navîn e,  ji sed salekê zêdetir e ku bi aşkere hatiye qedexekirin. Kêliya dawî ya vê zîhniyeta înkar û qedexeker hikumeta AKP'ê ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê li aliyekê zimanê kurdî di kanala fermî ya dewletê de wekî amûreke propagandayê ya li dijî gelê kurd û siyaseta wê bikar tînin, li aliyê din jî dersa hilbijartî wekî qenciya xwe nîşan dide. Perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza herî mezin a kurdan e û xeta sor e ku di bin tu şert û mercan de dev jê bernadin! Em doza zimanê kurdî dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Polîtîkayên şerê taybet ên bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê jî di nav de; Şerê giştî ê ku li hundir û derve li dijî destkeftiyên kurdan pêk tê, bûye sedema qeyraneke kûr a aborî û dubendîbûna siyasî ya civakê. Ji bo şer hemû îmkanên welat seferber bûne û barê giran ê vî şerî daniye ser milê gel, jin, kedkar û karkeran û civak mehkûmî birçîbûnê kirin. Ji bo ku îflas û têkçûna xwe veşêre, dixwaze HDP'ê bi dozên komployê bigire û bêbandorkirina siyaseta rêxistinbûyî ya demokratîk a kurd ji xwe re bike armanc da ku temenê xwe dirêj bike. Lê belê, yên ku li ber xwe didin, wekî her car wê encamê diyar bikin. Gelê kurd û dostên wan ên ku li dijî êrîşên bênavber li ber xwe didin, êrîş pûç kirine û wê bikin. 

YEKÎTIYA NETEWEYΠ

Ev hemû êrîş jî berpirsyariyên me tînin bîra me. Em çareseriyê di pêşxistin û berdewamkirina gavên ku me ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê avêtine, dibînin. Bi vê gavê re em ê hıim têkoşîna azadiya neteweya Kurdistanê bidin ser milê xwe û ji aliyê din ve jî em bawer dikin keda me wê ji bo demokratikbûna Tirkiyê jî çêbibe. 

Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’yan bi diruşma “Êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewziyên nû ye” pêşwazî dikin. Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e. Gelê kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’yan wekî Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bên cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bikin, daxwazên xwe yên azadiyê biqîrînin û dera ku lê ne Newrozê pîroz bikin. Ji bo rihê berxwedanê yê jinê ku di 8'ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bikin û ber bi serkeftinê ve bibi, em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin. Newroza Azadî û Serkeftina Dîrokî li gelê kurd, kurdistaniyan û hemû gelan pîroz be." 

Ajansa Mezopotamyayê - Diyarname

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Bajar bi bajar bernameya Newrozê

 

 


*
**

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com          

 

Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Li Hesekê îro çi qewimî?

news
  • 09 10 2026

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

news
  • 09 10 2026

Hedrekerdoxê ferhengê zazakî Musa Canpolat merd

news
  • 08 10 2026

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

news
  • 06 10 2026

Nawey bi kardî wêndoxêke hame kiştişî, 8 birîndarî estê

news
  • 04 10 2026

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Tirkiyeyê ji ber YPG'ê bangî Balyozê Fransayê kir

ad

Xelatgirên Ked û Rûmetê yên Siyadê diyar bûn

ad

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

ad

Lîstikvan Morgan Freeman qeza derbas kir

ad

Pirsgirêka avê ya Batmanê çareser dibe

ad

Bîst hezar kovarên kurdan li cem xwe arşîv kirine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname