Diyarname
BDP li meclisê ji bo Zagona Bingehîn a nû baş bê nivîsîn hewl dide xwe. Niha dixwaze saziyên sivîl jî bikevin nav vê hewldanê.
Li Meclisa Tirkiyeyê çar partî (AKP, CHP, MHP û BDP) ji bo nivîsandina Zagona Bingehîn a nû xal bi xal nîqaşan dikin. Di xalên ku her çar partî li hev dikin de nivîsandin pêk tê, lê di xalên ku li hev nakin de nîqaşa wan xalan bi paş ve tê taloqkirin.
BDP ji bo agahî bide saziyên sivîl, kesên serbixwe yên bi Zagona Bingehîn re eleqedar û ji bo ji niha û pêde ev saziyên sivîl bikaribin bikevin nav hewldanê civîneke saz kir. Civîn bi navê "Di pêvajoya çêkirina Zagona Bingehîn de tevkariya civakê" li Elite Wordl Hotela li Taksimê bi beşdariya gelek kesên eleqedar li dar ket.
Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ve hate kirin.
'Ji bo aştiya civakî em dikarin çi bikin?'
Kişanak got ku ew digel di nav gelek zehmetiyan de ne, digel ew qas zordariya li ser partiya wan jî xebata Zagona Bingehîn didomînin û wisa got: "Pêşî me qala 3 paratemreyan kir. Me got 1- Em Zagona Bingehîn çêbikin lê li derve pêdivî bi rewşek aştiyane hen. Em vê aştiyê saz nekin li hundir em nikarin zagonê çêbikin. 2- Em zagonên pêşî li azadiya fikir û ramanê digirin ji halê rakin, paqiya rê saz bikin. 3- Şêwaza axaftina partiyên siyasî xirecirê derdixe. Ji bo hêsankirina kar, em mecliseke ku kar hêsan bike ava bikin. Em meclisa Zagona Bingehîn, yan jî nav çi dibe bila bibe em ava bikin. Dema di navbera van her çar partiyan de xirecir derket bila ev meclis bikeve navberê. Mixabin ev her sê xalên me jî qebûl nekirin. Niha rewş di asteke ku biqete de ye. Ji bo vê rewşê em bi were parve bikin, bêyî ku xira bibe, belav bibe em dikarin çi bikin? Ji bo aştiya civakî em dikarin çi bikin? Ji bo em van bi we re nîqaş bikin em vê civînê li dar dixin."
Gultan Kişanak rexne li Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan girt û got: "Erdogan dibêje 'me dersa hilbijêr jî da we. Ew hê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin. Bila qisûrê nenêrin ew qasî nabe.' Ev hevoka serokwezîr ne aştixwaz e. Nêzîktêdayîna min çi da ew qas e. bi vê hevokê ji me re dibêje ez bi rê ve dibim, hûnê jî îteat bikin. Em jî ji serokwezîr re dibêjin ew qas j
î na. Em li gotinên nav du lêvên kesan nanêrin."
401 sazî fikir pêşkêş kirine
Piştî Kişanak, Cîgera Hevserokan û Endama Komîsyona Zagona Bingehîn Meral Daniş Beştaş û endama Komîsyona Zagona Bingehîn Ozgur Sevgi Goral der barê xebatên ku heta niha kirine, xalên ku hatine qebûlkirin,yên nehatine qebûlkirin agahî dan beşdaran.
Pêşî Beştaş axivî û dûre jî Goral axivî. Li ser xebatên nivîsandina Zagona Bingehîn wan ev agahî da:
- 401 sazî û 82 hezar û 202 kesî li ser zagoneke nû fikrên xwe pêşkêşî meclisê kirine. Ev fikir çiqas tesîrê li niîqaş û nivîsandina zagona bingehîn dikin meseleya nîqaşê ye. Lê em wekî BDP, di nîqaşa her xalê de sûde ji van fikiran digirin, em wan saz dikin, li zagonên bingehîn ên li dinyayê jî dinêrin û li gor wê dikevin nav nîqaşa xalên Zagona Bingehîn a nû.
- Ger partiyek jî di xalekê de muxalefetê bike ew xal nayê nivîsandin, bi paş ve tê taloqkirin. Heta niha nêzî 10 xalan hatine nivîsandin.
- Me xala wekheviyê mehekê nîqaş kir. Di vê xalê de me wekheviya nijad, ol, ziman parast. Me Peymanên Mafên Mirovan a Ewropayê, peymanên navneteweyî raxistin ber çavan Di vir de nasnameya etnîkî, nasnameya cinsî nehat qebûlkirin, şerxa (muxalefeta) me jî didome.
- Em hê jî derbasî xala perwerdehiyê nebûne. Her hefte em dibêjin dê nîqaş dest pê bike lê na, lê me zimakê zikmakî di meseleya 'darizandina adilane' de nîqaş kir. Lê ev pêşniyara me nehat qebûlkirin. Di beşa zarokan de me got her zarok bi zimanê zikmakî dijî, lê ew jî nehat qebûlkirin.
- Ji 401 saziyan 98 saziyan raste rast fikir anîne ziman. Ji van 32'yan gotiye bila perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe, 38'an gotiye bila hînkirina bi zimanê zikmakî çêbe, 12'yan jê gotiye ev mesele bi qanûnê tê sazkirin, 15'an jî gotiye perwerdehiya bi zimanê zikmakî nabe.
- Me got butçeya dewletê li hemû baweriyan bi wekhevî bila bê parvekirin, CHP jî têde hemû partiyan ev pêşniyara me qebûl nekir. Lê xala 'kesek ne mecbûr e bawerî bi olek bîne' me da qebûlkirin.
- Ji ev saziyên jor, 71 sazî gotiye bila di zagonê de navê tu nijadan nîn be.
- Li ser reda wijdanî, zimanê zimmakî, mafê heqîqetê, mafê çandê, mafê aştiyê, mafê bikaranîna înternetê, mafê sûdejêgirtina ji qeraxan û gelek xalên din me xwe li ser van amade kir. Gelek xal hê nehatine nîqaşkirin.
- Me mafê peymena giştî ya li hevkirinê, mafê sendîkavanî, ewlehiya civakî, mafê xwedîbûna xanî me parast.
- Bikaranîna eraziyê li gor berjewendiyên civakê me parast ku di Zagona Spanyayê de jî ev heye.
'Hûn divê bikevin nav hewldanê'
Beştaş got ku em ji bo her xalê lêkolîneke fireh dikin, zagonên navneteweyî digirin ber çavan, jê mînakan digirin, di çêkirina Zagona Bingehîn de van radixin ber çavan. Beştaş wisa got: "Pêşî endamên komîsyona Zagona Bingehîn ên ji partiyên din cidî li ser meseleyê nedisekiniyan. Lê dema ev amadebûna ku em dikin dîtin, hinek din hewl dan xwe. Ew bi giştî yan xalên di zagona heyî de diparêzin, yan jî heta tiştek têde diguherînin û radixin ber çavên me, lê em di her xalê de nûbûnê û li gor zagonên gerdûnî yên pêşketî pêşniyaran dikin. Lê di her xala ku em tiştên pêşketî dixwazin de sê tiştan derdixin pêş me 'Ewlehiya Neteweyî, Pergala Raya Giştî, Ehlaqa Giştî' û bi van pêşî li me digirin. Heta ji me tê em zor didin, lê ji niha û pêde em dixwazin saziyên sivîl jî beşdarî vê hewldanê bibin, di vê nivîsandina Zagona Bingehîn de bandorê li endamên komîsyonê bikin. Nexwe tiştekî nû dê ji Zagona Bingehîn a Nû derneveke."
Mebûsê BDP'ê û Endamê Komîsyona Zagona Bingehîn Sirri Sureyya Onder ku dê ew jî li
civînê amade biba lê ji ber li derveyî bajêr bû bi derengî hat civînê û dest bi axaftinê kir. Onder wisa got: "Şevekê di 6 kanalên televîzyonê de li ser pirsgirêka kurd nîqaş pêk tê, lê di nav kesên nîqaşê dikin de tenê kesek jî kurd nîn e. Nîqaşa Zagona Bingehîn a niha jî hinek dişibe vê rewşê."
Piştî axaftinan beşdaran pirsên xwe kirin û dest bi axaftinan kirin ku ka di pêşerojê de dikarin çi bikin. Di encamê de derket holê ku xebata ku BDP li ser Zagona Bingehîn a nû dike xebateke baş e, bi tu awayî divê BDP'ê ji xebatên nivîsandina Zagona Bingehîn venekişe.
Beşdarên civînê:
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, mebûsên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Hasip Kaplan. Mebûsê Blokê Levent Tuzel. Mebûsê BDP'ê yê berê Akin Birdal, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, rojnameger û nivîskar Nuray Mert, Erol Katircioglu, Tarhan Erdem, Serokê KONDA'yê Bekir Agirdir, Osman Kavala, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, nivîskar Ayşegul Devecioglu, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP'ê Nîzamettîn Mazkan, Serokê Kurt-Kavê Kasim Ergun, Endama Lijneya Weşanê ya Jînepsê Încî Hekîmoglu, Serokê Giştî yê Komeleya Astengdaran Turan Îçlî, Serokê Komeleya Xebatên Li hemberî Zayendî û Nasnameya Zayendî ya Polîtîkayên Civakî Mehmet Tarhan, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, ji Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun, ji Komîsyona Makezagonê ya HDK'ê Kemal Tekîn Surek, parêzer Yucel Sayman, parêzer Cebbar Leygara, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û gelek kesên din amade bûn.


