Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal 35'emîn car deriyên vekirin. Îsal gelek hindik weşanxaneyên kurdan di fûarê de stand vedikin.
Fûara îsal ji îro heta 20'ê mehê dê vekirî be ku îsal mijara bingehîn a fûarê "Felsefe û Mirov" e. îsal li dor 800 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Atolyeyên ji bo zarokan, gotûbêjên ligel nivîskaran, îmzekirina pirtûkan a ji aliyê bi sedan nivîskaran hin çalakiyên li nav fûarê ne. Îsal "Nivîskara Rûmetê" Prof. Dr. Ioanna Kuçuradi ye û "Welatê Rûmetê" jî Almanya ye. Dê her li ser Kuçuradi gelek çalakî li dar bikevin, hem li ser wêjeya almanan.
Wekî hersal îsal jî weşanxaneyên kurdan stand vedikir lê ji salên borî kêmtir îsal weşanxaneyên kurdan stand vedikin. Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Aram (stand no: 2105), Weşanên Ava (stand no 2605 D), Weşanên Avesta (stand no: 2211 A), Weşanên Nûbihar (stand no: 2513 B), Weşanên Peywend (Stand no: 2606 C), Weşanên Rûpel (stand no: 2607 B) standan vedikin. Mixabin weşanxaneyên din ên kurdan li nav fûarê naxuyin. Ji saziyên kurdan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ragihandiye ku wan serî lêdaye ji bo di nav saziyên sivîl de standê vekin lê ji wan re gotine cih tune, lê Enstîtu radigihîne ku kesên bixwazin dikarin ji standa Weşanên Aramê pirtûkêr wan bi dest bixin.
Ji weşanxaneyên çepgir û demokrat ku hindik be jî hin pirtûkên bi kurdî çap dikin jî hene. Di nav van de Weşanên Evrensel hinek zêdetir bi kurdî pirtûkan çap dike ku ew di standa bi nimreya 3311 A de ye. Dîsa Weşanên Belge (stand no: 3509 C), Îthatî (stand no: 3406) jî hene.
Ji weqfan Wepfa Îsmaîl Beşîkçî (stand no: 4111), ji kovarên kurdan "Kurt Tarîhî" (stand no: 2606 C) de cihê xwe girtin.
Ji saziyên nivîskarên Tirkiyeyê Komeleya PEN'a Tirk (stand no: 4125), Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (stand no: 4226) standê vedikin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Ji bo Fûara Pirtûkan a Stenbolê hindik ma