EFRÎN
Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê ji bo 29’emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê kurd ê binavûdeng Cegerxwîn bernameya xwendina helbestan lidar xist û ew bibîr anî.
Di bernamya ku li avahiya navenda çandê hate lidarxistin de nûnerên Saziya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî û Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, her wiha bi dehan rewşenbîr û helbestvanên herêmê amade bûn. Di bernameya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de sînevîzyonek li ser jiyana Cegerxwîn hate nîşandayîn.
Piştre Endama Komeleya Êzîdiyan Gulîstan Cefer li ser rola Cegerxwîn a di pêşxistina helbest û wêjeya kurdî de, her wiha têkoşîna azadiya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de axaftinek kir.
Di bernameya ku nivîsek li ser jiyana Cegerxwîn jî hate xwendin de helbestvanên kurd ên herêma Efrînê Temûz Şemalî, Menan Cefer, Ebo Cankî, Cemal Efrînî û Hemrîn Efrînî helbest xwendin. Helbestvan Îsmet Efrînî jî çend helbestên Seyda Cegerxwîn xwendin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Cegerxwîn li Hesekê û Qamişloyê hat bibîranîn