logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Li Agirî Konferansa Ehmedê Xanî li dar dikeve

Li bajarê Agirî bi navê “Cîhana Ramanî ya Ehmedê Xanî” konferansek tê lidarxistin.

  • Dîrok: 31/03/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Komeleya Alîkarî û Hevkariya Çandî ya Agirî bi navê “Cîhana Ramanî ya Ehmedê Xanî” konferansekê li dar dixe. Konferans dê ji hêla Midûrê Enstituya Zimanên Zindî û Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ve were pêşkêşkirin. Tê hêvîkirin dê Wezîrê Çand û Turîzmê Ertugrul Gunay jî beşdarî konferansê bibe. 


Komeleya Alîkarî û Hevkariya Çandî ya Agirî (AKYAD), bi navê “Projeya Fêmkirin û Jiyandina Ehmedê Xanî” li Agirî projeyekê dimeşîne. Komeleyê di çarçoveya projeyê de, bi navê “Cîhana Ramanî ya Ehmedê Xanî” pirtûkek daye amadekirin. Pirtûka ku ji hêla Prof. Dr. Kadrî Yildirim ve hatiye nivîsandin li dora sê hezarî hatiye çapkirin û dê li Agirî û navçeyên wê, bêpere li gel, nivîskar û kesên têkildar were belavkirin. Konferansa bi navê “Cîhana Ramanî ya Ehmedê Xanî” jî di çarçoveya projeya navborî de tê lidarxistin. Di konferansê de hem dê pirtûka navborî were danasandin, hem jî dê Prof. Yildirim bi heman navî axaftinekê bike. Konferans dê roja 2’yê Nîsanê, saet di 12:30’an de li bajarê Agirî, li Salona Konferansê ya Halk Eğitim Merkezî were lidarxistin. AKYAD heman konferansê, roja 3’yê Nîsanê jî li Patnosê li dar dixe. 


Rayedarên komeleyê li bendê ne ku digel Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay gelek rayedarên din ên bajarê Agirî jî beşdarî konferansê bibin. Her wisa tê hêvîkirin ku dê hemû rektorên Zanîngehên li bajarên Kurdistanê, gelek lêkolîner û rewşenbîr jî tevlî konferansa navborî bibin. “Projeya Fêmkirin û Jiyandina Ehmedê Xanî” ku ji hêla AKYAD’ê ve tê birêvebirin, di warê aborî de ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê û Fona Danasandinê ya Serwezaretiya Tirkiyeyê ve tê destekirin. 


Serokê AKYAD’ê Îzcî: Em dixwazin nifşên nû Ehmedê Xanî nas bikin


Serokê AKYAD’ê M. Mehmet Îzcî ji bo Diyarnameyê ragihand ku bi vê projeyê armanca wan a sereke ew e ku berhemên Ehmedê Xanî hemûyan ji nû ve çap bikin û di nav gel de belav bikin. Îzcî der barê projeyê de wiha axivî: “Wekî ku ji navê projeyê jî diyar dibe, armanca me ew e ku em Ehmedê Xanî, fikrên wî, mijarên ku di berhemên xwe de li ser xebitiye û peyamên wî yên manewî ku di nava rêzikên xwe de pêşkêş kiriye, bi awayekî ku were fêmkirin neqlî nifşên nû bikin. Her wisa, em ê hewl bidin ku hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve çap bikin. Digel vê, em ê der heqê jiyan û berhemên wî de konferansan li dar bixin û em ê hewl bidin ku wî bi her awayî bidin nasandin. Çimkî em di vê baweriyê de ne ku riya xilasiya mirovên li ser vê axê di fêmkirina cîhana ramanî ya zanayên wekî Ehmedê Xanî re derbas dibe.” 


Ji bo têkiliyê: 

Tel: (0472) 215 16 17

Mail: bilgi@akyad.org.tr 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sedhezaran oxir li Berkin Elvan kir

ad

Li Kobanî ji bo çilrojiya Beycotan çalakiya bîranînê

ad

3 pirtûkên helbestan ên Xaylaza Reşîd

ad

Temamê Spanyayê ji Barselonayê re got: Qral tu yî

ad

‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin

ad

Karsaz Halis Toprak wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname