Diyarname
FIFA'yê ji bo sala 2016'an lîsteya Teknîk Dîrektorên herî serketî yên fûtbolê eşkere kir. Di dawiyê de sê kes dê diyar bibin û ji nav wan jî kesek bê hilbijartin. Di nav van de Guardiola, Coleman, Klopp û Santos jî hene.
Pep Guardiola ku piştî Barselonayê li ser Bayer Munih jî serketina xwe domand niha li Manchatser City ye. Jurgen Klopp ku bi hêza xwe Borisya Dortmund derxist astek bilind, niha li Liverpoolê kedê dide.
Chris Coleman tîma neteweyî ya Gallerê bi rê ve dibe. Wî di Euro 2016 de bi tîma xwe serketinên mezin bi dest xist û bi vê yekê heq kiriye ku bikeve nav lîsteya berendamên serketî.
Fernando Santos ku bi tîma neteweyî ya Portekîzê Kûpaya UERO 2016'an girt yek ji teknîk dîrektorên serketiye di nav vê lîsteyê de.
Dengdayîna di malpera FIFA de 22'yê vê mehê dê bi dawî bibe û 3 teknîk dîrektorên herî zêde dengan bigirin dê 2'yê berfanbara 2016'an bêne eşkere kirin. Teknîk Dîrektorê bi ser bikeve dê 9'ê rêbendana 2017'an li Zuriha Swîsreyê bi merasimek bê xelatkirin.
Vane berendam:
- Chris COLEMAN
- Didier DESCHAMPS
- LUIS ENRIQUE
- Pep GUARDIOLA
- Jurgen KLOPP
- Mauricio POCHETTINO
- Claudio RANIERI
- Fernando SANTOS
- Diego SIMEONE
- Zinedine ZIDANE
Vaye lîsteya dengdayînê: TEKNÎK DÎREKTORÊN SERKETÎ
**
Nûçeya eleqedar:
- FIFA'yê berendamên lîstikvanên herî serketî eşkere kirin