Diyarname
Kovara Kurt Tarihi du mehan carekê bi tirkî li Tirkiyeyê derdikeve. Kovara ku weşana xwe li ser dîroka kurdan dike hejmara xwe ya 11'an a meha reşemî-adarê derxist. Kovara ku her meh bi dosya û nivîsên xwe yên balkêş balê dikişîne di vê hejmara xwe de îdîayeke mezin avêtiye holê.
Ev îdîa di nivîsa di dosyayê de cih digire. Di dosyaya ku bi navê "Li ser şopa kurdiya qedîm" hatiye avakirin de Ergin Opengin bi sernavê "Tevatur ve temelluk kiskacinda Kurt kultur tarihçiligi (Di tengasiya vegotin û li serxwe hesibandinê de dîroknasiya çanda kurdî) nivîseke gelek balkêş nivîsandiye.
Îdîaya herî mezin a Opengin ew e ku yekemîn mînaka nivîsa bi kurdî di sedsala 15'an de hatiye nivîsandin û li ser vê re mijarê digire dest. Opengin balê dikişîne ser "Antolojiya Helbestan a Selîm Temo" ku têde dibêje "Pirtûka Zerdeşt 'Zend-Avesta' yekemîn teksta nivîskî a bi kurdî ye" û dîsa balê dikişîne ser çar berhemên ku Prof. Dr. Kadri Yildirim nivîsandine ku di wir de jî dibêje "Metnên Avesta bi kurdî ne". Opengin van qebûl nake û li ser wan disekine. Jixwe ji bo navê "Zend-Avesta"yê jî dibêje ku navê pirtûkê ne "Zend-Avesta", tenê "Avesta" ye û peyva 'zend' wekî "îzahetkirin, ronîkirin" e ku heta niha bi şaşî wekî navê Avesta hatiye bikaranîn.
Nivîskar û werger Opengin dibêje ku alfabeya Medan tunebû, "Nivîsa mîxî ya Medan" jî tune bû.
Opengin li ser qebûlkirina wekî nivîsa yekemîn a bi kurdî jî wisa dibêje: "Di sedsala 15'an de destnivîsek a ji çarîneke bi kurdî ku David N. MacKanzie di sala 1959'an de gotareke li ser nivîsî, em dikarin wekî yekemîn nivîsa bi kurdî bihesibînin." Ew dibêje, ev çarîn bi tîpên Ermenkî hatiye nivîsin û ev destnivîs li Erîwanê, di Koleksiyona Matanadaran bi nimreya "No 7117, folio 144b" qeydkiriye.
Di dawiya nivîsa xwe de Engin Opengin dibêje ku wekî D.N.MacKenzie û Philip Kreyenbroek jî hemfikir in, em nivîsa kurdî bi sedsala 16'an ku ekola klasîkên kurdî têde derketine holê bidin destpêkirin dê tiştek nêzî aqilane be.
Di nav nivîsa ku Opengin gelek mînakan dide de, ger ev mînak û îdîayên wî rast derên, wê çaxê dîroka nivîsa kurdî diguhere û gelek pirtûkên ku li ser vê hatine danîn dê herin ser sergoyê. Nivîs ji niha de bûye sedema nîqaşê.
Di heman dosyayê de Shahab Vali jî li ser "Wêjeya nivîskî ya Yarsan û Kurdê Yêzîdî" nivîsiye. Ew jî li ser pergala baweriya û tekstên olî yên wan disekine.
Behrooz Chamarana jî bi nivîsa "Ji aliyê ziman û wêjeyê ve Goranî" di heman dosyayê de cih girtiye.
Her wiha Hamit Bozarslan li ser "Di dîroka Kurdistanê de serdema 1979-1991'ê", lêkolîner Rohat Alakom jî li ser Auguste Jaba ku di nav dîroka kurdan de gelek navê wî derbas dibe nivîsa xwe amade kiriye.
Ji bilî van jî çend nivîsên din ên li ser dîroka Kurdistanê di vê hejmara kovarê de cih girtine.
Ji bo agahiyên berfireh û têkiliyê:
e-mail: kurttarihi@yahoo.com
Tel: 0532 173 25 09
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.