Amed
Kongreya Awarte ya Diyarbekirsporê ji ber piraniya delegeyan ne amade bû hate taloqkirin.
Kongreya Diyarbekirsporê ya awarte li Salona Sporê ya Ziya Gokalp hate li dar xistin. Di kongreyê de ji ber praniya delegeyan ne amade bûn ji bo 26'ê vê mehê hate taloqkirin. Her wiha di kongreyê de ji bo rêveberî û serokatiyê jî berendam derneketibûn.
Di 26'ê mehê de bêyî li piraniya delegeyan bê nêrîn dê kongre pêk bê û ger lîsteyeke rêveberiyê neyê amadekirin dê klûb ji bo walîtî û saziyên dewletê bê pêşkêş kirin.
Di vê navberê de li gor gotina serokê niha yê kilûba Diyarbekirsporê Abdurahman Yakut pêdiviyar Diyarbekirsporê bi 30 trîlyon lîra heye.


