Diyarname
Li Zanîngeha Bîlgiyê bi sernavê "Li ser Giyanê Wêjeya Kurdî ya Nûjen" panelek bi beşdariya gelek nivîskarên kurd li dar dikeve.
Wêjeya kurdî bi beşdariya nivîskarên kurd dê li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê bê nîqaşkirin.
Çalakiya ku bi navê "Li ser Giyanê Wêjeya Kurdî ya Nûjen" li dar bikeve de dê gelek nivîskarên kurd beşdar bibin. Ji van beşdaran Dr. Haşîm Ahmadzadeh (Zanîngeha Exeterê) wê li ser "Neteweperwerî û Romana Kurdî”, Remezan Alan (Nivîskar, Rexnegir) li ser “Sedemên Derengmayîna Wêjeya Kurdî ya Nûjen", Îrfan Amîda (Nivîskar, Helbestkar) li ser "Çavkaniyên Wêjeya Kurdî ya Nûjen" û Çiya Mazî (Nivîskar, çîroknûs) li ser "Di Çîroka Kurdî ya Nûjen de Pêwistiya Folklorê" biaxive.
Çalakiya ku moderatoriya wê dê Ronahî Onen bike dê roja 8'ê gulanê saet di navbera 13.30-03.30'yan de li dar bikeve.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.