Gernas Roderîn
Wekî ku em dizanin çend roj berê dibistanên tirkan ango aşên heşûhesthêr, wekî ku min berê jî di nîqaşeke Diyarnameyê de ku mijara wê “Qala heftsaliya xwe bikin” (1) bû bi nav kiribû, ketin betlaneya ku dê nêzî sê mehan bidome.
Belê, me dîsa saleke din a ku her sibe zarokên me ji tirsa mamoste û rêvebiran "Andimiz"a ku tenê mezintiya tirk û Ataturk dipesinîne dixwendin, li pey xwe hişt. Bi mîlyonan zarokên kurd jî di nava vî aşî de hatin/tên hêran. Bêşik gelek barên ku pişta me kurdan xûz kirine hene. Bi ser de jî riya ku em dixwazin bigihijînê di asoyê de hê jî zelal naxuye. Di vê riyê de kend û kosp heta em bibêjin bes, pir in. Yek ji wan jî ev “Andimiz”a ku bûye xewnereşkê zarokên me ye.
Ev sirûda faşîzan di sala 1933'yan de ji aliyê Dr.Reşît Galîp ve ku hem Wezîrê Perwerdehiyê û hem jî aqildanekî Ataturk bû, bi boneya diyariya 23'yê Avrêla (cejna ku Ataturk diyarî zarokan kiriye) sibehekê rabûye û ji keçên xwe re wekî pend hinek gotin bi lêv kirine. Paşê lê nêriye ku pendên wî bûne mîna sirûdekê! Bi kurtî, ev sirûda bêyom ji wê salê û heta niha ev 76 sal in ligel bi sedan cure kotekiyên din li ser me hatine ferzkirin. Jixwe em, feraset û nêzîktêdayînên gelekî hişk ên tunekir yên dewletê ku li hemberî kurdan pêk anîne baş dizanin. Lê belê bi qasî ku em dizanin, em ew qasî jî ji bo azîneyên rêgir tevnagerin; ango di warê pêkanînê de em lawaz dimînin. Belkî hinek bibêjin ku “ew qas çalakiyên girseyî ji bo li dibistanên dewletê perwerdehiya bi kurdî pêk were hatin kirin, îcar ev 'Andimiz' ji ku derket?” Helbet ev çalakî gelekî cihê rûmet û şanaziyê bûn, divê hê bêhtir bi xurtî û bandorkerî jî bên kirin. Lê li gorî dîtina min; heta ku em vê sirûdê mîna kelemê ku di çavên me re radibe dernexin, emê nikaribin ber xwe bibînin û stendina mafê perwerdehiya bi kurdî jî ku li vî welatî bûye yek ji wan tabûyên mezin ê zexm, dê bi derengî keve. De ka em kêliyekê bifikirin; gelo heta ku em doza rakirina vê gosirmetê bi awayekî girseyî nekin, dê dewlet çawa destûra perwerdehiya bi kurdî li van dibistanan bide? Li vî welatî guherîn, pir hêdî çê dibin; loma jî ji bo stendina mafan heta ku astengiya biçûk li ber astengiya mezin ranebe guherîn ji nişke ve çênabe. Her wiha,dema ku mafek bi daxwazkariya girseyeke organîzekirî were xwestin, ew daxwazkarî di nava raya giştiya hundir û derve de bêhtir olan dide û asoxî jî encamgirtin zûtir pêk tê. Belê, îcar em werin ser pirsa “Gelo ji bo rakirina vê sirûdê kî çi kiriye û divê çi were kirin?” Divê ku xalekê di der barê mebesta xwe ya di vî warî de ronî bikim. Ez wekî mamosteyekî endamê Sendîqaya Egîtîm-Senê, tekane armanca min a vê nivîsê ew e ku hewla bangawaziyek ji dil û mirovane ye ji bo hemû saziyên sivîl ên ku bi perwerdehiyê têkîldar in. Min berê jî di der barê “Egîtîmsenê û helwesta wê ya li hemberî xala perwerdehiya bi zimanê zikmakî” (2) de mîna gelek kesan hinek rexne û balkişandin li Egîtîm-senê kiribû ku vê xalê di rêziknameya xwe de bi cih bikin. Lê wan wisa nekir û loma jî gelek endaman jê îstîfa kir. Li ser vê mijarê jî divê mirov bisekine lê bila ew niha bimîne, belkî li ser were nivîsîn. Belê, em werin ser pirsên xwe yên li jor. Bi rastî jî dema ku li bersivên van pirsan geriyam, gelekî şaşwaz mam li hemberî encamê. Belê, pêşî kurd, paşê jî yên ku li vî welatî ne tirk in bi salan li hemberî vê sirûda regezperest bi awayekî çalak û berbiçav gav neavêtine. Mirov heta radeyekê dikare bêdengiya gelan li hemberî zilm û zordariya dewletê fêm bike. Lê bêdengiya bi salan ya saziyên sivîl, partî û sendîqayan ku wekî hêzên herî dînamîk ên civakê ne, nayê fêmkirin. Dibe ku di civîn û gotûbêjan de anîbin ziman, lê wekî çalakiyên bandorker û perîyodîk li dar nexistine. Tenê wekî nûçe nêzî sal û nîvek berê di medyaya tirk de hîn bûbûm ku Egîtîm-Bîr-Senê (Bêtir wekî sendîqayek mamosteyên oldar û nêzî partiya hikumeta niha ye) ji raya giştî re daxuyaniyeke li dijî “Andimiz” dabû. Piştî wê jî serokê giştî yê Mazlum-derê di 23`yê gulana îsal de û herî dawî jî çar roj berê ango roja stendina karneyan şaxa wan a li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûna xwe ji rayedaran û raya giştî re anî ziman.
Bila were zanîn ku ez yek wan kesan im ku navê Mazlumder û Egîtîm-Bîr-Senê ji nûçeyan dibihîzim. Tu têkiliya min a ramanî û endamî jî bi wan re tune ye. Li vir ez dixwazim mixabiniya xwe jî bînim ziman ku dema yek bixwaze rewşeke civakî û sazûmanî bi awayekî bîne ziman gelek caran ew yek di binê tometê de tê hiştin. Hinek kes û sazî, yan wî/wê dikin filancî yan jî bêvancî. Ango tu siûdek wî/wê kesê/a di binê tometê de maye tune ye ku bêalî bimîne. Hew em dibînin ku reşkirinek veşartî û carna jî aşkere li hemberî wan kesan hatiye meşandin. Çi sosret e yên ku herî zêde qala maf û guherînan dikin jî yên ku reş dikin bixwe ne. Ev xal jî bi rastî xalek naqoqbar û nîqaşbar e lê bila ev jî niha bimîne. Belê, pirsgirêkên me hingî ku pir in hemû di nava nivîsekê de xwe didin der. Nivîs jî gelek caran dirêj û dermijar dibin.
Wekî encam, heke mirov doza mafekî kolektîf bike divê mirov nebêje ku “waye filan komel û bêvan sendîqa û nizanim ew partî beriya me heman maf ji dewletê daxwaz kirine, loma jî hewce nake em jî rabin vî tiştî bixwazin.” Bi hêviya ku mebesta min xelet neyê fêmkirin û di zûtirîn katê de jî em destûmilan bidin hev û ji belayên ku li serê me kurdan geriyane rizgar bibin.
1- Heşt û heşên hêrandî
2- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê
***
Nivîsên Gernas Roderîn yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji bo hemû hezkiriyan
- Hest û heşên hêrandî (Mijara hefsalî)
- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2
- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê
-


