Gernas Roderîn
Kûlîlkek min heye li darê dinê
Pir rind û ciwan e wek dîlberê
Can û giyanê`m bi gorî
Berê`m tim li serê
Ew sorgul e li gulistan
Ew sêvsor e li bax û baxçan
Dilê`m kete wan çav û lêv û biskan
Keybanûya min e ew li Kurdistan
Di biharan de şalûr im û dixwînim li ser te
Di zivistanan de lîlavim û dihelim li ser te
Zozan bi zozan digerin ez û te
Dibim derwêş û diwane li ser te
Ez bengî û pêrewê evîna te me
Rêheval û xemxurê jiyana te me
Xweşdoz î ji bo min ey hezkirî
Şev û ro Gernasê hezkirina te me
Têbiniya Diyarnameyê: Heta niha me cih neda helbestan. A rast me dil nîn e beşeke ji bo helbestan vekin û helbestan biweşînin jî. Na, ne ku em ji helbestê hez nakin, mesele ne ev e.
Hevalê me Gernas ev helbest şand li ser 14'ê mehê Roja Evîndaran. Ji ber girîngiya vê rojê me biryar da ku em vê helbestê biweşînin.
Roja hemû evîndaran pîroz be.


