Diyarname
8'ê mehê roja wefata hunermendê mezin Mihemed Şêxo bû. Li Rojava, di bin pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Sûriyê de komek nivîskar û hezkiriyên Şêxo çûn ser gora wî û ew bibîr anîn.
Hunermendê kurd ê nemir Mihemed Şêxo ji "Ay Felek" heta "Nesrîn", "Dil Perîşanim" bi sedan stran pêşkêşî muzîkhezên kurd kir û di sala 1989'an de xatir xwest. Bi hezaran kesî ew oxir kir, hê jî û her sal hezkiriyên wî diçin ser gora wî û wî bibîr tînin.
Ev foto jî ji wê bîranîna îsal in.
Foto: ARTA