Diyarname
Lîstikvanê Oscargir ê navdar Leonardo DiCaprio ku li hemberî kişwerê gelek bi hestiyar e dest avêt bêrîkê. DiCaprio li Zanîngeha Yale axivî û diyar kir ku ji bo di 100 organîzasyonên cuda de bêne bikaranîn ewê 20 mîlyon dolar pere diyarî bike. DiCaprio nêzîkatiyên Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ê ji bo hawirê jî rexne kir û got: "Ez hêvî dikim berî dereng bibe ew rastiyan bibîne."
Dema Trump biryara vekişîna ji peymanên navneteweyî girtibû DiCaprio li hemberî vê yekê banga protestokirinê kiribû.
DiCaprio li ser navê xwe weqfa li ser hawirê dixebite jî vekiribû. Ji sala 1998'an û vir ve ji bo xebatan bike wî 170 mîlyon dolarî dane weqfê.
Lîstikvan DiCaprio piştî 5 caran ji bo Oscarê bûbû berendam û bi ser neketibû di sala 2015'an de cara şeşan bi lîstina di fîlmê "The Revenant" (Vejîn) de bûbû berendam û vê carê bi ser ketibû.