Diyarname
Li Beyogluyê sînemayên wekî Alkazar, Elhamra, Emek hatin girtin, niha jî dora Beyogluyê ye.
Sînemaya Beyoglu ji sala 1989'an ve kar dike. Li vê sînemaya mezin heta niha gelek fîlmên hatin nîşandayîn, fîlmên muxalif jî pêre.. Lê sînema êdî nikare debar bike. Xwediyên sînemayê ji ser hesabê sînemayê re daxuyanî weşandin û gotun ku ji 30'ê mehê xatir ji sînemahezan dixwazin. Hat gotin ku sînema êdî nikare lêçûyênên xwe jî bide lewma ew dê bigirin.
Di agahiya ku belav kirine de wisa gotine: "Em li sporsor geriyan lê me nedît. Me lêçûyînên xwe kêm kirin dîsa nebû."
Hat gotin ku "ev demek dirêj e ji ber zincîrên sînemayê yên piyaseyê di dest xwe de digirin sînemayên serbixwe nikarin li ser lingan bisekinin, em gihîştine asta ku em nikarin lêçîyênên xwe jî jê derxin. Ji ber ku ne mimkûn bû em teknolojiya guherî ya sînemayê saz bikin Sînemaya Beyogluyê dê di sala 2013'yan de bihata girtin. Lê 'Başka Sînema' piştgirî da, me fedekarî kir, em heta îro hatin. Lê hê jî em nikarin lêçûyînên xwe çaserer bikin. Em li sponsor geriyan me ned3it. Êdî ne mimkûn e em hewldana xwe ya renglêkirina sînemayê bidomînin. Sînemaya Beyogluyê 30'ê pûşperê tê girtin."


