logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Niviskar û Yazar

Li ser rewşa nivîskarên kurdî, nirxên wan ên di nava civak û saziyan de, rêzgirtina li hember Yazaran (nivîskarên tirkî)

  • Dîrok: 11/06/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Fêrgîn Melîk Aykoç

Li ser rewşa nivîskarên kurdî, nirxên wan ên di nava civak û saziyan de, rêzgirtina li hember Yazaran (nivîskarên tirkî) nivîsên balkêş ên birêz Omer Dilsoz, Dîlawer Zeraq di Azadiya Welat û ya Helîm Yûsiv jî di Diyarnamê de hate weşandin. Hersê rêzdaran jî neşter li birîna me ya herî kûr xistin. Ez bawer nakim ku kesî di vî warî de bi qasê min kişandibe. Ji ber vê egerê jî, min neh sal berê li ser nîqaş û pevçûna min û yazarekî bi awayekî îronîk li ser vê mijarê di Ozgur Polîtîkayê de nivisîbû. Ezê wê nivîsê jî di pêveyê de bişînim.
Divê mirov berê li eger û bingehên vê mijarê bigere. Gelo çima di nava civak, rewşenbîr û saziyên me de rûmet û nirxên niviskaran li qada herî jêr e? Ev ji ku tê.
Bêguman gelek sebebên wê hene. Lê mirov dikane hin sebeban wiha rêz bike.

1 – Di civaka me de tradîtsiyona nivisandin û xwendinê rûneniştiye. Nivîs bi giranî bi ziman û alfabeyên biyanî hatine bikaranîn. Wekî erebî (zimanê ol), tirkî (zimanê xwendinê). Zanîn jî bi zimanê biyanê hatiye fêrkirin. Lem em nirxê tenê didin biyaniyan. Wekî mînak ji bo têgihîştina vê mijarê gelek kesan çîrokên dê û pîrikên xwe nivîsîne. Ez jî varyatsiyoneke wan wekî mînak bidin:
Camêrekî diya xwe dibe doxtorekî kurd. Gava doxtor bi diya wî camêrî re bi kurdî dipeyîve. Diya wî dibêje: "Lawo min ji te re got; min bibe doxtar, lê te ez anîme ba kurdekî!" Gava kurê wê dibêje: "Dayê ew jî doxtor e!" Dê wiha dibêje: "Ma doxtorî bi kurdî jî dibe?"
Li hemberê vê di civaka me de dengbêjî xwedanê nirxeke gelek payeberz e. Şakiro biçûya kîjan gundî jê re pez li ser pezê dihat serjêkirin. Dengbêjên me li ba hemû saziyan xwedanê nirxên berz in.

2 – Dewleta tirk li gel polîtîka xwe ya asîmîlasyonê, bi salan xebitî ku vê şiyara jêr di mêjiyên kurdan de baş bide rûniştin. Ew di vî warî de bi her awayî bi ser ketiye.
"Kurdî nayê nivisandin, eger were nivîsandin jî, nayê xwendin; welo were xwendin jî nayê fêmkirin."
Serkarên tirkan ev şiyar di mêjiyê me hemû kurdan de baş daye rûniştin. Heta wisa rûniştiye ku qaşo rewşenbîrên me (bibexşînin rewşenbîrên bi tirkî), bê ku hinek zehmetiyan bide xwe û fêrê xwendina kurdî bibe, di bin siya vê şiyara dijmin de dibêjin:
"Mirov nikane bi kurdî bixwine." Gava mirov bibêje; “çima?” Bersiv wiha ne:
- Kurdiyeke gelek giran bi kar tînin!
- Her niviskareke devoka herama xwe bi kar tîne!
- Zimanê gel bi kar naynin!
- Zimanê akademîk bi kar tînin.
- Her kesî rêzimaneke (alfabeke / formeke / termînolojiyake hwd) bikar tîne.
Di rastiyê de ev ne argûment û eger in. Tenê berhemê serketina polîtîka tirkan e.

Ez di hinek waran de ji civakê der im. Carna ez ji bo têgihîştinê bi bal li tiştan temaşe dikim. Di festîvalekî de ez bi qasê saeteke li nêzê standa pirtûkan rûniştim. Min xwest bizanim, ka çend kes li berhemên kurdî dinêrin. Min dît ku yekê xwe wekî rewşenbirê herî mezin nîşan dida û kurdiya wî ji kurdiya min çêtir e, hat; berê li pirtûkên tirkî nêrî, paşê jî pirtûka min ya bi navê Kurdîzan rakir û hinek lê nêrî, got; rep û avit ser standê. Bi dengê bilind wiha got:
"Heyfa vê pirtûkê ku bi kurdî hatiye nivisandin."
Li ser vê min bi dengê bilind got:
“Biko Xwedê tofana herî mezin di ser te de bîne!”
Çawa çav li min ket sor û morê hev bû. Ji şerman şeş pirtûkên kurdî kirî û winda bû. Ev mînak jî  serketina wê polîtîka tirkan destnîşan dike.

3 – Bi taybetî li bakurê Kurdistanê ji ber hin egerên taybetî tirkî wekî zimanê şoreşê hat bikaranîn. Ev di her warê jiyanê de rûnişt. Di saziyan de bû zimanê bingehîn. Vê jî di mejiyan de hin dîtinên şaş da rûniştin. Lema di cihane berpirsiyaran de. Polîtîka tenê bi tirkî baş tê fêmkirin. Li gor cihana wan; eger mirov bi kurdî polîtîka bike, dibe ku hin kes tênegihêjin. Ev rastî bi awayê nexweşiyeke kronîk di mêjiyan de rûniştiye. Lema dema gundiyekî bi tirkî jî nizane, telefonê televîzyonê dike, hîna gotinekî bi kurdî negotiye; wiha dibêje: “Heval ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim, ez dixwazim, bi tirkî bibêjim.” Lê ew kes li pey du gotinê tirkî dîsa derbazê kurdî dibe.

4 – Gelek kes wekî yazar (tirkînivs) li ser piyaseya zimanê tirki dijîn. Ango bi hezaran kurd bi tirkî dinivîsin. Berhemên wan tenê di nava kurdan de tê firotin. Kurdên asîmîlebûyî bazara van derdoran pêktînin. Hin ji wan derdoran di nava polîtîka û saziyan de jî cihê xwe girtine. Ew jî naxwazin vê bazarê winda bikin. Ji ber vê egerê ev derdor jî naxwazin ku piyase têkeve destê nivîskaran. Di festîvalên li Ewropayê de gelek caran di vî warî de, şerê min û yazaran (bibexşînin dilê min naxwaze ez ji wan re nivîskar bibêjim, leme dibêjim; yazar) tim hebû, hîn jî heye. Carê di vî warî de ez û A. Kadîr Konuk  li ser standa yazar û nivîskaran hatin hev. Wî li ser min di Ozgur Polîtîkayê de nivîsek nivisî, lê wî di wê nivîsê de ez ne wekî “nivîskarekî kurd” wekî mamosteyekî dibistana seretayî nîşan dabûm.
Li pey wî jî min û Yazarekî din pevçinî. Li ser wî min jî wê çaxê, yanê neh sal berê ev nivîsa jêr ya îronîk nivisîbû.

****


Ozgur Polîtîka (payîza 2000 an)

Yazar û Nivîskar

Hûn dizanin min çima berê “yazar” nivîsî? Wellahî bîllahî ne ji ber qurnaziyê ye! Ji ber ku xetên wan pozbelan yên sor hene! Dilê wan wekî çîmê li ser hezhezan e! Carnan jî wekî cam qirponek in, lewma! Ew xebatkarên zimanê serdest in. Kurdî wekî qîtê çavan dibînin, ew qita di tiliya wan ya bi tirkî dinivisîne re biçe, înşallah! Ji ber vê egerê jî hima bi rexne, çavqirpandin û nîşaneke biçûk jî dixeyîdin! Yanê "Eyşik in, bi xwe şik in!" Tirkî dibêjin; "yarasasî olan qoncunur!" Dil helûk in! Ji bo ku dilê wan bi carê ve peeq nebêje, neteqe, min zimanê dîplomasî bi karanî. Em piskuvît û katexwaran naêşînin!
Min carê got; "Weeh!" û  cin bi hêstirê yazarekî xist, hêstira (qantira) yazar rabû ser lingê paşiyê, bû hîrehîr û zirzira wê. Barê şûşik û fêncanan wergerand, bû şingîn û ringîna şûşik û fîncanan, deng li meydanê bi guriniya ewran olan da! Yazar wekî veciniqandî oldî (bûyî) bi hewa ket; Bi wê hêrsê ji min re: "Hê cizvizê kurdî, tu bi çi cesaretî derbazê xeta mina sor dibî? Em feleka mirovan li ser xetên sor şaş dikin! Hûn jî dixwazin bi du gotinan bibin tiştekî? Kî we dixwîne, Ji pêşiya me derkevin! Jixwe hindik maye têk biçe! Cardin neynin nekin bela serê me!" got. Ne dîrek wiha bû, lê hat wê wateyê!
Ma ez diskinim, ez di nava şer de mezinbûme. Min  xilçê xîlokan bi weş û avtingî avêt ser wî, di nav gohê wî yê ji ber kerban direqisî de lêxist û: "Mêze gulmista min jî heye ha! Zimanê min jî tûj e ha! Ez miravan pilçiqandî êder (dipilçiqînim) ha!" got.
Bibexşînin, lê vê rewşê mijara jinekê kurd anî bîra min.
Cendirme û sîxwirên tirko serê sibihê zû davêjin ser mala wê! "Teq, req" li derî dixin, jinik çawa derî vedike, cendirme bi qêrîn û hêrs devê xwe diçelpîne! Jinika reben tiştek ji wî zimanî tênagehêje, xwe bi xwe dibêje: "Bi xwedê evana birçî bûne!" Diçe şîr û şekir bi tevê nan tîne û dirêjê cendirme dike û dibêje: “Keremke!” Lê cendirme, cardin diqîre. Vê carê jî jinik bi hêrs û dengê bilind wiha dibêje: "Cendirme efendî çi hêrs olmîş (ketî), şîr û şekir fir fir êt (bike), heta toraqa xwiş xwiş gelir(tê)!"
Vê mijara jinikê hêrsa min daxist. Lewma ji bo ku bikanim pêşî li xirabiyê bigirim, min lingê xwe ji ser mayîna xeta sor bi fesal rakir û xwe bi zeft dûr avêt. Hima li pey bi edeba kurdî xwe bi şûn ve kişand! Ew di hewa re bifirin jî, em wê qada bazarê ji wan re nahêlin, ji wê ez niha xwe ji bo êrîşekî tund amade dikim! Lewra, şerê di qada me de dê hê dijwartir û dor firehtir be!
Dibe hin kes bibêjin; "ma Yazar û nivîskar ne yek in?" Na ez bi heyrana we! Min çavên we yên reşbelek bi milçinî maç kiro! Mêjiyê we xîj û pîj kiro! Yazar di pencere û wîjdana tirkî re, nivîskar jî di çarçove û rojinga kurdî re li we mêze dikin. Ji Enqerê û ji Amedê nêrîn ne wekî hev in! Hima mînakek biçûk; Tirk di sêniyê de nan dixwin jêre "yêmekkabî" (tasa nan) dibêjin, ji xwe re nabînin wê sêniyê bişon, lingê xwe dikin wê sêniyê û navê wê vê carê jî dikin "ayakkabî" (tasa lingan; sol /şekal.) Ango mantiqê gotina me jî ne yek e.
Yazar dibêje: Her tişt bi tirkî xweş e û anlaşilir (tê fêmkirin)! Wekî mînak; "yuz yuze gîttî" (de were têbigêhêje! Niha bi ajneberî çû? / rû bi rû çû / yan Seda sed çû.) Min mêjiyê we çelqando! Kudera wî anlaşilir! Nivîskar jî li hember vê qeşmeriyê dibêje; “na, ew zimana ji me re ne baş e, ji bo me rûpeleke reş e!
Bazara Yazar fire ye, dikane bibe tu car û têcirê k... tobe tobe!.. Niha di xafil de tiştekî ji devê min dişeqite, tu were wê belayê! Lê nivîskar bêkes e. Tenê bi evina ziman dike ax û hewar!
Kurdên pîşaftî yazaran bi dilê tirkî vedixwêne, Nivîskaran ji komalan dertîne! Yazaran di platforman de dide rûniştin, nivîskaran jî li paş derî li pê dihêle. Navê vê jî welatparêzî datîne! Hê xilç li bin gohê we keto! Gelek rewşenbîrên me yên tirkîhez pirtûkên yazaran bi eşq û evîn dikirin; lê li ser poz re jî li pirtûkên nivîskaran dinêrin, çawa ku bêjîn; “ev çi bela ye, li serê me dibare!” Yazar bi pexşan û henekên xwe dê û bav, zar û zêçên tirkan dide şa kirin, yên kurdan stûxwar dikin! Nivîskar jî dixebite, ku xweşiya kurdî bide îspatkirin!
Yazar di nav keft û lefta firekirina bazara tirkî de ye, dixwaze rêya nivîskaran bigire, bila nivîskar “haylo dilo” bike, ew jî bi eşqa tirkî lê sêr bikin! Nivîskar jî dixebitin, ku vê bazara tirkî parçe parçe bikin, wekî bombeyek li rûçikê wan bixin, rê ji bazara kurdî re vekin!
Ji bo ku navên yazaran tu carî neyê ji bîrkirin, di mêjiyan de mix be û ji bo zû bîşaftina xwendewanan  li xaçepirsa MURAT Alpavut dibe mêvan. Lê nivîskarên terorîst nikare di ber xaçepirsa MURAT Alpavut re jî derbaz be!
Yazar çîrok, metelok, serguzeştî, mamik, pendên kalan û serpêhatiyên me ji bo dewlemendkirina çand û wêjeya tirkî bikar tînin, navê vê jî rewşenbîrî û zanyarî datînin. Nivîskar jî dixebitin, ku pêşî li vê xiniziya mala bavê xwe talankirinê, bigirin! Yazar dixwazin, ku nivîskar jî wekî wan bibe diz! Dê nivîskar nebe diz: Bêje:
"Dizo dizo li te bibare nifirê hurmizo
Çav li ruhistîn ket, kûr dikî xizexizo
Êdî tirsa têkçûnê li wan bariye
Divê vizovizo tu ji min çi dixwazo!"

capanik51@hotmail.de

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Rewşenbîrî û çend têbinî

- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr

- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Jina Apê Feqî Rabia Sagniç di qezayekê de wefat kir

ad

Li Til Temirê Dibistana Zimanê Kurdî hate vekirin

ad

Ji Azad Zal pirtûkek helbestan

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Silêmanî didome

ad

Serokê Koma Alîgirên Amedsporê Kaya mir

ad

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname