Diyarname
Vê hefteyê yek jê anîmasyon 6 fîlm hene ku ketine vîzyonê. Fîlmê anîmasyonî li Tirkiyeyê ji aliyê derhêner Ahmet Erdal ve hatiye amadekirin: "Bulmaca Kulesi". Ji bilî vê fîlmê Ali Atay "Cinayet Susu" ji Tirkiyeyê heye û yên den ji derveyî Tirkiyeyê ne. Di nav fîlmên vê hefteyê de "The Staggering Girl" derdikeve pêş.
"The Staggering Girl" bi navê "Çarpici Kiz" hatiye wergerandin û ketiye vîzyonê. Fîlmê ku Luca Guadagnino kişandine lîstikvan Julianne Moore, Mia Goth, Kyle MacLachlan û Marthe Keller rolên sereke girtine ser milên xwe.
Kêm caran kurtefîlm dikevin vîzyonê ku ev jî yek ji wan e. Fîlmê 35 deqîqeyî yekem car di Festîvala Fîlman a Cannesê de derketibû pêşberî temaşevanan, li Tirkiyeyê jî vê mehê di çarçoveya "Fîlmekîmî" de hatibû nîşandayîn. Fîlmê ku çîroka dê û keça wê derdixe pêş bi taybetî bi dîtbariya xwe balê dikişîne. Fîlm di navbera Roma-New Yorkê, di navbera paşeroj û îroya wan de diçe û tê.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- After the Wedding / Derhêner Bart Freundlich
- Tre Sekunder / Derhêner Andrea Di Stefano
- Le daim / Derhêner Quentin Tepieux
- The Staggering Girl (Derhêner Luca Guadagnino
- Cinayet Susus / Derhêner Ali Atay
- Bulmaca Kulesi / Derhêner AHmet Erdal / Anîmasyon