Hejmarek zêde ya leşkerên tirk ku cilên pêşmergeyan li xwe kirine, li gel hêzek mezin a pêşmergeyan bi çekên giran nîvro de derbasî Şengalê bûn.
Nûçe ji aliyê Rojnewsê ve hatiye weşandin. Li gor nûçeyê ji hêzên pêşmergeyan ên li herêma navbera Bendava Mûsil û Dihokê de cih digirin, karwanekî leşkerî yê hêzên pêşmergeyan ku di nava wan de leşkerên tirk jî hene, saet 12:00'an de çûne Şengalê. Pêşmergeyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji RojNewsê re eşkere kir ku hêzên pêşmerge ku ji bo Şengalê hatine şandin, ji yekîneyên pêşmergeyan ên girêdayî wan nehatine û ji ku derê hatine, nayên zanîn.
Hat diyarkirin ku di nava hêzên pêşmergeyan ên hatine şandina Şengalê de, leşkerên tirk ên cilên pêşmergeyan li xwe kirine jî hene.
Her wiha di nav karwanê de gelek obus û gelek wesayîtên çekên giran li ser wan hatine bicihkirin jî derbasî Şengalê bûn.


