QAMIŞLO
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê lidarxistina kombûnên mezin qedexe kir. Her wiha rêvberî bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê ji vîrusê bigirin
Di biryara 291’ê ya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha tê gotin:
"Li gorî pêşniyara Şaneya Aloziyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li gorî nivîsa Desteya Tenduristiyê û di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê bi pêla xwe ya 4’emîn ev biryar hatin dayîn;
Tevahî kombûnên mezin bi hemû cureyên wê (di holên şahiyan de, konên sersaxiyê, kombûnên mezin, kongre û meş) tên qedexekirin.
Divê tevahî şênî û xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xweser de maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastinê şexsî, dûrketina civakî pêk bînin û vê yekê ji jiyana xwe bihesibînin heta ev pandemî bi dawî dibe."
ANHA