Xelata Aþtiyê dan nivîskar Carolin Emcke
Diyarname
Bi dayîna Xelata Aþtiyê ya Yekîtiya Weþangerên Almanyayê Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê bi dawî bû. Îsal xelat dan nivîskar Carolin Emcke. Emckeya 49 salî ji ber keda wê ya ji bo diyaloga civakî û keda ji bo aþtiyê hat xelatkirin.
Di merasima xelatdayînê de ligel Serokomarê Almanyayê Joackin Gauck li dor hezar kesî hebûn. Nivîskar Emcke di axaftina xwe de got ku ji bo civakek azad û demokratîk em hebû bi hev re kedê bidin. Nivîskar diyar kir ku divê mudexeleyê "Ev dinyaya ku her ber bi xedariyê ve diçe bê kirin."
Nivîskar Carolin Emcke di sala 1967'an de li Mülheim an der Ruhr hatiye dinê felsefe xwendiye, doktoraya xwe li ser "nasnameya kolektîf" kiriye. Wê heta niha gelek xelat girtine. 9'emîn pirtûka Emcke bi navê "Li dijî nefretê" vê mehê dê derkeve.
Yekîtiya Weþangerên Almanyayê ji sala 1950'î ve Xelata Aþtiyê dide. Kesê xelatê digire 25 hezar Euro jî digire. Heta niha di nav kesên ev xelat girtine de ev kes hene: Albert Schweitzer (1951), Hermann Hesse (1955), Astrid Lindgren (1978), Siegfried Lenz (1988), Mario Vargas Llosa (1996), Jurgen Habermas (2001), Orhan Pamuk (2005).